Kiliçdaroglu Lijneya Hilbijartinan hişyar kir

Namzetê serokkomariyê yê opozîsyona Tirkiyeyê Kemal Kiliçdaroglu bang li Lijneya Bilind a Hilbijartinan kir û got “Hûn mecbûr in daneyên li parêzgehan bidin.”

Kiliçdaroglu Lijneya Hilbijartinan hişyar kir
14 gulan, 2023   19:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Namzetê serokkomariyê yê opozîsyona Tirkiyeyê û serokê partiya CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twitterê, Lijneya Bilind a Hilbijartinan a dewleta Tirk hişyar kir.

Kiliçdaroglu di twîta xwe de wiha got: “Komploya ku ji sedî 60’î dest pê kir, niha daketiye binê ji sedî 50'yî. Muşahidên me û wezîfedarên desteyên hilbijartinê divê cihê xwe neterikînin. Gelê min, em ê îşev ranezên. Ez Desteya Bilind a Hilbijartinan hişyar dikim; hûn mecbûr in daneyên li parêzgehan bidin.”