`Netanyahu di nava du eniyan de yek tercîh kir lê hevrikî ne ya dawî ye`

Profesorê zanistên siyasî Eymen El Raqab destnîşan kir ku şerê duh li Filistînê ku ji ber agirbestê rawestiye, wê ne yê dawî be. Her wiha diyar kir ku Netanyahuyê ku xwest ji aloziya xwe ya hundirîn bireve, di navbera du eniyan de, eniya Xezayê hilbijart ji ber ku pêşbîn kir dê bersiv li vê eniyê sînordar û kurt be.  

`Netanyahu di nava du eniyan de yek tercîh kir lê hevrikî ne ya dawî ye`
15 gulan, 2023   02:34
NAVENDA NÛÇEYAN-ZIYAD EBU XEZALE

Hikumeta Misirê duh bi daxuyaniyekê agirbestek di navbera herdu aliyên Filistînî û Îsraîlî de ragihand ku ji saet di 10:00`an de êvara 13'ê Gulanê de dest pê bike.

Ji 5 rojan ve di navbera Îsraîlê û komên Filistînê de şer derketiye. Di encamê de herî kêm 35 kes ji herdu aliyan hatine kuştin û gelek kesên din birîndar bûne. Her wiha gelek avahî jî hatine rûxandin. Ji Tebaxa 2022'yan ve ev şer, şerê herî dijwar e, ku di destpêka wê de topbaraneke hewayî roja sêşemê 9'ê Gulanê dest pê kir û di encamê de 3 fermandarên leşkerî yên "El Cîhad El Îslamî" hatin kuştin.

DAXWAZÊN BERXWEDANÊ BI CIH NAYNE

/kr/uploads/files/2023/05/14/201009_cbd7ffa5-43c6-4e44-afd2-30dde1048505.webp

Der barê agirbesta ku Qahîreyê ragihandiye de, profesorê zanistên siyasî yê zanîngeha El Qudis Eymen El Raqab destnîşan kir ku agirbesta ku Qahîreyê ragihandiye hemû daxwazên berxwedanê bi cih nayne, lê belê heta asteke nizm ew bi kêrî pêdiviyên gel tê.

El Raqab wiha zêde kir: "Qahîreyê kedekî mezin ji bo pêkanîna lihevkirineke wiha di navbera herdu aliyan de da ku tê de dagirkerî soz dide, êdî kuştina gelê me û hilweşandina malên wî rawestine.”

El Raqab wiha domand: "Ev yek ji qonaxên şer e û dê ne ya dawî be. Baweriya me bi dijminê xedar nayê. Bêguman domandina şer jî dê encamên xerab ji herdu aliyan re bîne. Berxwedana ku li hember dijmin bi lehengî şer kiriye naxwaze derfetê ji wî re veke ku zêdetir gelê me bê kuştin. Ji ber wê jî agirbest erê kir."

XEZA Û LUBNAN Û SÛRIYE... 'ŞERÊ LI GELEK ENIYAN'

El Raqab her wiha got: "Netanyahuyê ku ji kirîza xwe ya hundirîn direve di navbera 2 eniyan de mabû; eniya Xeza û ya başûrê Lubnanê. Wî jî texmîn kir ku li eniya Xezayê bersiv sînordar û kurtir be, ji ber wê jî Xeza hilbijart."

El Raqab destnîşan kir ku navendên ewlekariyê yên Îsraîlê berî çend rojan pêşbîn kiribûn ku artêşa Îsraîl dê li rex Xezayê li eniyên başûrê Lubnanê û Sûriyeyê şer ragihîne û wiha domand: “Ew ji vê yekê armanc dike ku hêzê li artêşa xwe vegerîne. Lê piştî 5 rojan ji destpêkirina şerê li dijî Xezayê, tu enî venebûn. Xeza bi hêza zêde ya artêşa Îsraîlê bi tenê hat hiştin.”

Der barê mercên Berxwedana Filistînê El Raqab got: "Berxwedana Filistînê xwest ku ev qonax herî kêm bi peymaneke rawestandina hedefgirtinan, radestkirina cenazeyê şehîd Xidir Ednan û rawestandina meşa alan a ku di salvegera dagirkirina Qudsê de di 1967'an de li nav bajêr digere, bi dawî bibe."

Di dawiya axaftina xwe de El Raqab got: "Netanyahu bi vî şerî ji bilî binketina xwe û hikumeta xwe tiştek bi dest nexist, ji ber ku xwîna Filistînî bi ser ket."

(mh/şx)