​​​​​​​Yekitiya Bijîkan kongreyek li dar xist

Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê kongreyek li dar xist. Di kongreyê de 16 semîner bi mijarên zanistî û bijîşkî hatin dayîn.

13 gulan, 2023   19:41
QAMIŞLO

Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê bi hevkariya Embara Orkêş a Dermanan kongreyeke bijîşkî li dar xist. Kongrê bi beşdarbûna 120 bijîşkan, nûnerên saziyên civaka sivîl, Heyva Sor a Kurd, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser û Zanîngeha Rojava li Xwaringeha Burc a bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Axaftina destpêkê ya kongreyê ji aliyê hevserokê TEV-DEM‘ê Xerîb Hiso ve hat kirin. Hiso bal kişand ser girîngiya pîşeya bijîşkî û geşedanên siyasî nirxandin.

Hevserokê Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê Dr. Ehmed Yûsif jî armanca lidarxistina vê kongreyê destnîşan kir û qala rewşa tenduristiyê  li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Yûsif got: "Di rewşa îroyîn de êş û azarên bijîşkan zêdetir in. Ji ber kiryarên texrîbî, dizî û wêrankirina nexweşxane û navendên tenduristiyê, ji ber kêmbûna dermanan û alavên tenduristiyê hejmareke mezin a bijîşkan ji welat derketin. Rêveberiya Xweser roleke girîng di başkirina qada tenduristiyê de lîst. Rêveberiyê nexweşxane û navendên tenduristiyê sererast kirin, her wiha nexweşxaneyên nû vekirin. Nexweşxaneya Dil û Çavan gaveke girîng bûn."

Yûsif destnîşan kir ku armanca vê kongreyê şopandina pêşketinên zanistî û tibî ye û parvekirina nêrîn û lêkolînan e.

Di kongreyê de 16 semîner ji aliyê bijîşkan ve hatin dayîn. Bijîşkên ku semîner dan ev in:  Jîr Ebdulezîz, Mihemed Şakûş, Kamîran Hisên, Nazim El Hac, Diyar Iko, Ridwan Mihemed, Neda Mihemed, Seher Elî, Nêrcis Hesaf, Hesen Osman, Enter Îbrahîm, Lazgîn Hesen, Dahir Silêman, Şêran Huseynî, Ebîr Hesaf, Omer Hiso û Mahir Tehlo.

Beşdaran jî li ser mijarên semîneran nêrînên xwe pareve kirin.

Di dawiya kongreyê de hejmareke bijîşkên ku roleke girîng di pêşxisitina qada tenduristiyê de lîstin, hatin xelatkirin.

(dm)

ANHA