​​​​​​​′Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin’

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqa û Tebqayê diyar kir ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin û got “Em ê destekê bidin HPG û QSD′ê da ku rêça Rêber Abdullah Ocalan ji me re xêz kiriye, temam bikin.”

​​​​​​​′Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin’
14 gulan, 2023   03:30
NAVENDA NÛÇEYAN - MIHEMED XELÎL-SELAM KÊREWAN

Dewleta Tirk a dagirker di tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan de dewam dike û bi armanca şikandina vîna gelê herêmê ya bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rizgar bûye, êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilind dike.

Têkildarî mijarê, ajansa me nêrînên ciwanên Reqa û Tebqayê girtin. Ciwanan diyar kir ku ew amade ne ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan her tiştên giranbiha bidin.

/kr/uploads/files/2023/05/13/194027_-.webp

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Reqayê Emar El Esaf wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan di aliyê fikrî de azad e û em ê azadiya wî ya fîzîkî jî pêk bînin. Ji ber ku xwedî fikrê mirovahî ye û hewl dide gelên bindest mafên xwe bi dest bixin.”

El Esaf wiha domand: "Fikrê Rêber Abdullah Ocalan li tevahî herêman belav bû û bi saya fikrê wî ev herêm ji terorê hate rizgarkirin û pêkhate bi hev re bi aştî û ewle dijîn."

El Esaf wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ciwanên Reqayê bi hemû hêz, enerjî û vîna xwe amade ne Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bikin, tecrîdê bi dawî bikin û girtîgeha Îmraliyê têk bibin."

′LI SER ÇI CEZAYÊN DÎSPLÎNÊ DIAXIVIN?′

/kr/uploads/files/2023/05/13/194041_-.webp

Hevseroka Nivîsgeha Çalakiyan a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Reqayê Necwa Ebû Zir wiha got: "Hîna dewleta Tirk tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz dike û li dijî wî cezayên dîsîplînê pêk tîne. Gelo behsa kîjan cezayên dîsîplînê dikin û temenê wî 70 salî ye."

Necwa wiha domand: “Em ciwanên Reqa û gundewarên wê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, amade ne her tiştî pêşkêş bikin. Em bang li ciwanên cîhanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku beşdarî pêngav û çalakiyên me yên ji bo azadiya fîzîkî û bidawîkirina tecrîdê, bin."

′DIVÊ EM DAKEVIN QADAN Û BANGA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ BIKIN′

/kr/uploads/files/2023/05/13/194010_-.webp

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Reqayê Diyaedîn Mihemed wiha got: "Bi nêzbûna hilbijartinên Tirkiyeyê re, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên me û Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde dike û tecrîdê giran dike."

Mihemed wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker çi dike bila bike, ew nikare vîna me têk bibe û hemû hewldanên wê dê bi bin bikevin. Ji ber ku em xwe dispêrin fikrê Rêber Abdullah Ocalan û dê hêzên me, HPG′ê hemû hewldanên wê têk bibin."

Mihemed wiha pê de çû: "Divê her ferdek bi fikirê Rêber Abdullah Ocalan bawer e dakeve qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bike û divê em li hember van sûcên dewleta Tirk ên li dijî wî destgirêdayî nemînin."

‘ME JI BO AZADIYA WÎ YA FÎZÎKÎ PÊNGAVEKE DA DESTPÊKIRIN’

/kr/uploads/files/2023/05/13/193905_-.webp

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Aya Silêman jî wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike û ji mafên xwe mehrûm dike. Divê em têkoşîna xwe heta azadiya wî ya fîzîkî bilind bikin."

Aya wiha domand: "Me bi navê Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqa bi dirûşma ′Dê azadî bi ser bikeve, Jin, Jiyan, Azadî′ pêngavek da destpêkirin. Dê panel werin lidarxistin û berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên şîrove bikin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin."

Aya wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker û dewletên kapîtlîst ji fikir û felsefeya Rêber Abullah Ocalan ditirsin. Ji lew re tecrîda li dijî wî giran dikin bi taybet hemwextî hilbijartinan. Da ku Erdogan gelê Tirkiyeyê di serkeftina hilbijartinan de qezenc bike."

Aya Silêman di dawiyê de got divê desteka HPG û QSD′ê bikin da ku li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin û rêya Rêber Abdullah Ocalan bişopînin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî dakevin qadan.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mQN-anB1JU8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>