Bandora dorpêçê li ser xebatên Heyva Sor a Kurd di nav kampan de

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê, xebatên navenda Heyva Sor a Kurd a li Kampa Berxwedan paş ketiye, ku êdî navend tenê nexweşan mueyene dike û hin cûreyên dermanan ji wan re peyda dike.

Bandora dorpêçê li ser xebatên Heyva Sor a Kurd di nav kampan de
Bandora dorpêçê li ser xebatên Heyva Sor a Kurd di nav kampan de
Bandora dorpêçê li ser xebatên Heyva Sor a Kurd di nav kampan de
Bandora dorpêçê li ser xebatên Heyva Sor a Kurd di nav kampan de
Bandora dorpêçê li ser xebatên Heyva Sor a Kurd di nav kampan de
Bandora dorpêçê li ser xebatên Heyva Sor a Kurd di nav kampan de
Bandora dorpêçê li ser xebatên Heyva Sor a Kurd di nav kampan de
Bandora dorpêçê li ser xebatên Heyva Sor a Kurd di nav kampan de
13 gulan, 2023   02:27
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Piştî ku şêniyên kantona Efrînê ber bi kantona Şehbayê ve koçber bûn, rêveberiya kantonê 5 kamp ava kirin. Yek ji wan Kampa Berxwedan ku li nevaçeya Fafînê ya kantonê ye û Heyva Sor a Kurd navendeke xwe ji bo pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê di wê kampê de vekir.

Di kampa Berxwedan de zêdetirî 750 malbat dijîn ku li wir tenê navenda Heyva Sor a Kurd xizmetên tenduristiyê ji şêniyan re pêşkêş dike. Di navendê de 2 bijîşkên nexweşiyên hundirîn û yên dil hene ku nexweşan mueyene û derman dikin.

Di çarçoveya dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantonê de, ku ji 9 mehan de wê ev dorpêç girantir kiriye, rewşa tenduristî û bijîşkî ya kantonê jî paş ketiye. Berî girankirina dorpêçê Heyva Sor a Kurd di hemû aliyan de alîkarî ji bo şêniyan pêşkêş dikir nexasim di aliyê peydakirina dermanan û bi taybetî dermanên nexweşiyên giran.

/kr/uploads/files/2023/05/12/194504_-.webp

Rêveberê Heyva Sor a Kurd a Kampa Berxwedan Heyder Reşîd ji ajansa me re destnîşan kir ku berî girankirina dorpêçê ji bo derbaskirina dermanan gelek pere dihat dayîn û wiha domand: “Lê belê ji 9 mehan ve bi carekê derbaskirina dermanan ji bo kantonê qedexe ye. Dorpêç bandor li karê me jî kir ku em êdî nikarin dermanên pêwîst ji nexweşan re peyda bikin."

Der barê germahiya havînê de Reşîd got: "Di kampan de nêzî 750 malbat hene, wek em dizanin jî pileya germahiyê di hundirê konan de bilind e, şênî û bi taybetî zarok bi nexweşên bilindbûna pileya germahiyê û navçûyînê û nefestengbûnê rû bi rû ne."

Reşîd piştrast kir ku ew li gor derfetên xwe alîkariyê pêşkêş dikin û eger nikarîn dermanan peyda bikin wê demê şênî neçar dibin ku dermanan ji dermanxeyan bikirin.

Girêdayî dermanên nexweşiyên giran ên ku navend pêşkêş dike Reşîd got: "Berê me bi awayekî mehane derman li hemû nexweşên nexweşiyên giran wek ên dil, tansyon û şûştina gurcikan belav dikir. Lê belê niha ew derman li ba me nemane û heta li dermanxaneyan jî nayên peydakirin. Eger hikumeta Şamê vê dorpêçê bidomîne dê kareseteke mirovî li kantonê rû bide."

Heyder Reşîd di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku xwedî li erkên xwe derkevin û dorpêça li ser koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê bi dawî bikin, her wiha derman û pêdiviyên bijîşkî ji bo herêmê peyda bikin.

(mh/şx)

ANHA