31 filistînî û îsraîliyek hatin kuştin

Şerê navbera Îsraîlê û komên çekdar ên li Xezayê dewam dikin. Di sê rojên dawî de 30 Filîstînî û Îsraîliyek hatin kuştin. Misir ji bo agirbestê kete nava liv û tevgerê.

31 filistînî û îsraîliyek hatin kuştin
12 gulan, 2023   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê bi fuze û roketan ê navbera Îsraîlê û komên çekdar ên li Xezayê, duh bi şev jî dewam kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Şerîda Xezayê ragihand ku ji roja sêşemê û vir ve zarok jî di nav de 30 kes hatin kuştin û 90 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku di nava kesên hatine kuştin de pênc fermandarên leşkerî yên Cîhada Îslamî û şervanên Eniya Rizgariya Gel a Filîstînê jî hene.

Li aliyê Îsraîlê jî, ji ber roketa li maleke li Rehovot a li başûrê Tel Avîvê ket, kesek mir. Rayedarên Îsraîlî diayr kirin ku ji roja çarşemê û vir ve jî 5 kes birîndar bûne.

Li gorî artêşa Îsraîlê ji destpêka şer û vir ve 866 roket li hemberî Îsraîlê hatin bikaranîn û 260 jê bi sîstema parastina hewayî hatin bêbandorkirin. Li gorî artêşê ji sedî 25 ê roketan li xaka Xezayê ketin, 3 jê zarok 4 kes mirin. Ev agahî ji aliyê çavkaniyên Filîstînî ve hînê nehatiye piştrastkirin.

Şer roja sêşemê piştî ku Îsraîlê êrîş bir ser Cîhada Îslamî, destpê kir. Tê gotin, artêşa Îsraîlê li 170 hedefên Cîhada Îslamî xistiye.

Yekîtiya Ewropayê bang kir ku tavilê agirbest bê ragihandin. Washîngtonê jî bang li aliyan kir ku nehêlin sivîl bêne kuştin û xwe ji tundiyê vegerin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûeterres diyar kir ku fikar zêde dibin û ew mijarê dişopînin.

Misir jî ji bo agirbestê çalak bû. Berpirsyarên siyasî yên Cîhada Îslamî roja pêncşemê çûn Qahîreyê. Hêvî tê kirin ku agirbest bê ragihandin. Berpirsyarê Cîhada Îslamî Mûhammed el Hîndî ji AFP'ê re axivî û got, "Em peymaneke bi şeref hêvî dikin ku li gorî berjewendiyên gelê me û berxwedanê ye."