​​​​​​​Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş ê giran Abdulhalîm Kirtay piştî ku 30 salan girtî ma, hat berdan û 51 rojan piştî berdanê jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay jiyana xwe ji dest da
12 gulan, 2023   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Abdulhalîm Kirtay di nava lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digirt.

Tevî nerazîbûnên zêde Kirtay jî mîna girtiyên din bi rengekî kêfî û derhiqûqî ji aliyê dewleta Tirk ve dihat girtin. Kirtay piştî 30 salan girtî ma, roja 22’yê Adarê hat berdan û sibêha 12’ê Gulanê şehîd bû.

Cenazeyê Kirtay dê li Goristana Yenîkoy a li navçeya Rezan a Amedê bê veşartin.

Abdulhalîm Kirtay sala 1993’yan li navçeya Farqîn a Amedê hat girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi hinceta “yekitiya dewletê xirab kiriye” cezayê muebbedê lê hatibû birîn.

Kirtay di dema girtîbûna xwe de gelek caran nexweş bû û 3 caran emeliyeta fitikê derbas kir. Kirtay Mijdara 2022’yan li nexweşxaneyekê 4 rojan bi kelemçekirî hatibû tedawîkirin.