Li Sûdanê aliyên dijber li ser parastina welatiyan li hev kir

Aliyên dijber ên li Sûdanê ji bo ku parastina welatiyan were kirin û alîkarî ji mexdûran re werin şandin, bêyî ku agirbestê îmze bikin, li hev kir.

Li Sûdanê aliyên dijber li ser parastina welatiyan li hev kir
12 gulan, 2023   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî berpirsên Amerîkayê artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn got ew ê pabendî parastina sivîlan, hêsankirina derbasbûnê ji herêmên şer re bin û dê hemû tedbîran ji bo welatî zirarê nebînin, bigirin.

Li gorî "Danezana Cedayê" û berpirsan, dê her du alî parastina hemû cihên stratejîk û giştî bikin, kiryarên revandina bi darê zorê û girtina ketober a welatiyan û welatî nebin mertalên mirovî, qedexe bikin.

Li aliyekî din jî rayedarekî payebilind ê Wezareta Karên Derve ku nexwest navê xwe eşkere bike, got ev lihevkirin ne lihevkirineke aktîf a şer e, lê ji bo vê yekê gavek e û girîng e.

(fr)