​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-5-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-5-2023
11 gulan, 2023   23:00

Siyasetmedar û rêveberan tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got “Li Rojhilata Navîn guhertinên dîrokî rû didin û kilîta çareseriyê di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Her çend ji ber hilbijartinên li Tirkiyeyê pir neketibe ber çavan jî, pirsgirêka Sûriyeyê ku yek ji pirsgirêkên sereke yên herêmê ye, kete qonaxeke nû. Di civîna wezîrên karên derve yên 21 welatên Ereban a li Misrê de roja 7'ê Gulanê li ser Sûriyeyê lihevkirin çêbû. Di sala 2011'an de dema şerê navxweyî lê dest pê kir, endamtiya wê hate rawestandin, lê piştî rêzetêkiliyên dîplomatîk ku piştî erdheja 6'ê Sibatê bi lez ketin, vHekeî Komkara Erebî. Her çend hin welatên Ereban, bi taybetî jî Qeter, nerazî bin jî, qebûlkirina Sûriyeyê ji bo civînên komkarê, girîng e. (BI WÊNE)

Jin û rêxistinên civaka sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên tecawîzkirina zarokan li herêmên dagirkirî şermezar kirin û soz dan ku berxwedan û têkoşînê berdewam bikin ji bo ku destkeftiyên jinan û azadiya wan biparêzin û serî li hember tundiya li dijî tevahî jinan û zarokan hildin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedar Bekir Hec Îsa bang li dewletên Ereban kir ku bi awayekî erênî nêzî beyannameya Rêveberiya Xweser ve bibin û got "Rêveberiya Xweser di parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkbirina terorê de roleke bingehîn lîst û xwedî projeya demokratîk a serdemê ye ku dikare demokrasiyê li welat bi pêş bixe." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ambargo wek kiryareke derexlaqî wesif kir û got "Em li hemberî dagirkirina taxên xwe rabûn, nabe em bi ambargoyê werin cezakirin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji dûr ve bi hesreteke kûr li gundê xwe yê dagirkirî dinihêre û dibêje heta ew Efrînê rizgar bikin ji bilî sebrê û berxwedanê rêyeke din nîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

2`yemîn Mîhrîcana Mûzîk ya Orkêş bi tevlêbûna komên ji Kobanê, Tebqa, Dêrik û Rimêlanê li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo didome saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA