Li hember sûcên tecawîzkirina zarokan hêrsa gel

Jin û rêxistinên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên tecawîzkirina zarokan li herêmên dagirkirî şermezar kirin û soza da ku ew ê ji bo parastina destkeftiyên jinan û parastina azadiya xwe berxwedanê dewam bikin û li hember tundiya li dijî tevahî jinan û zarokan serî hildin.

Li hember sûcên tecawîzkirina zarokan hêrsa gel
12 gulan, 2023   06:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hefteyekê de li Efrînê 2 sûcên tecawîzkirina li dijî 2 zarokên (10  û 14 salî) ji hêla serçeteyên komên dewleta Tirk a dagirker ve pêk hatin.

Li ser vê yekê gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin û ev sûc weke temamkirina siyaseta qirkirin û guhartina demografiyê bi nav kirin.

HEDEFGIRTINA JIN Û KURDAN

/ar/uploads/files/2023/05/11/184915_nyrwz-alaly-28229.webp

Cîgirê Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz El Elî wiha got: "Ev rewş ne ya yekemîn li herêmên Efrîna dagirkirî pêk tê. Hincetên dewleta Tirk a dagirker gelek in ku sûcan li dijî zarok, jin û welatiyan pêk bînin. Ev yek nîşaneya fikirê wê yê hovane ye."

Newroz sûca hovane ya li dijî zaroka 10 saliya xwe derbas nekiriye şermezar kir û wiha domand: "Ev ji sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jin û zarokan e; qetilkirin, revandin û tecawîzkirin. Ew yek hedefgirtina hebûna Kurdan û jinan e."

Newroz wiha pê de çû: "Sûcên guhartina demografîk ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne nîşaneya qutkirina herêmê ji xaka Sûriyeyê û tevlêkirina nava xaka Tirkiyeyê ye. Divê saziyên hiqûqî û mirovî yên îdiaya aştî û parastina mafên mirovan dikin li hember van sûcan bisekinin."

′LI HEMBER VAN SÛCAN RÊXISTINÊN HIQÛQÎ LI KU NE?′

/ar/uploads/files/2023/05/11/184805_rabah-bkrw-e280ab28129e280ac-e280abe280ac.webp

Li aliyekî din jî welatiya bi navê Rabîe Bekro sûca tecawîzkirina zaroka 10 salî li navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî şermezar kir û got ew dûrî hemû olan e.

/ar/uploads/files/2023/05/11/184824_zhraa-mhmd.webp

Zehra Mihemed jî matmayîna xwe li hember bêdengiya rêxistinên têkildarî mafên zarokan nîşan da û wiha got: "Li hember sûcên li dijî zarokatiyê ev rêxistin li ku ne. Ev sûc xeteriyeke rasteqîn çêdike û gefan li jiyana zarokan dixwe."

/ar/uploads/files/2023/05/11/184841_shhrzad-aljasm.webp

Endama Desteya Rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jınan a Zenûbiya Şehrezad El Casim jî li ser mijarê wiha got: "Bajarê Efrînê, di dirêjahiya salan de bajarekî aştî û ewlehiyê bû. Bajarê zeytûnê ku tê de hemû jinên rizgarkirî dijîn. Îro li dijî jinê tundî û sûc pêk tên. "

Şehrezad wiha domand: "Dagirkerî û çeteyên wê demografiya vî bajarî diguherin, vîna jina azadî bi tecawîzkirinê, tundî, koçberkirin û revandina zarokan dişikînin."

′KAREKÎ TIRSONAK E′

/ar/uploads/files/2023/05/11/184901_aaeshh-almdhhy.webp

Her wiha endama rêveber a Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a herêma rojhilatê Dêrazorê Ayşe El Mudhî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jin û zarokan şermezar kirin.

Ayşe El Mudhî sûcên tecawîzkirina zarokan ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi karekî tirsonak wesif kir û got divê cezayên tund li dijî sûcdaran bên birîn."

(fr)

ANHA