Êrişkerê Navenda Civaka Kurd a Parîsê hat destgîrkirin

Hate ragihandin ku li Fransayê êrişkerê navenda civaka Kurd a Parîsê hat destgîrkirin. Êrişker xwe wekî endamekî berê yê rêxistina SADAT’ê bi nav kir.

Êrişkerê Navenda Civaka Kurd a Parîsê hat destgîrkirin
11 gulan, 2023   19:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevana fransî Gulum Perrier li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivisî ku kesekî xwe wek çeteyê berê yê SADAT’ê daye naskirin, li Parîsê hatiye destgîrkirin.

Ew kesê xwe wek çeteyekî berê yê SADAT’ê daye naskirin, di 3’yê Adarê de êriş Navenda Civaka Kurd a Parîsê kiribû.

Piştî êrişa duyemîn a Parîsê ku di 23`yê Kanûnê de li dijî Komeleya Ehmed Kaya ya Çandê çêbûye, êriş li dijî Navenda Civaka Kurd a li Parîsê pêk hat.

(mh/şx)