`Derî ji aliyê me de vekirî ye lê Pêş Xabûr bi mijarên siyasî ve girê dide`

Rêveberiya Deriyê Sêmalka destnîşan kir ku derî ji aliyê wan de vekirî ye ji ber ku korîdoreke mirovî ye, lê belê rêveberiya Pêş Xabûr derî bi mijarên siyasî ve girê dide.

`Derî ji aliyê me de vekirî ye lê Pêş Xabûr bi mijarên siyasî ve girê dide`
11 gulan, 2023   20:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Deriyê Sêmalka bi belavokekê li ser hesabê xwe yê fermî yê Facebookê diyar kir ku îro Rêveberiya Deriyê Pêş Xabûr deriyê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de bi herdu beşên wî yên bazirganî, mirovî û deriyê Siwêdiyê girtin.

Rêveberiyê da zanîn ku tenê dê xwediyên îqameyên biyanî û yên Iraqî bikarin di rojên şemî, duşem û çarşemê de derbas bibin, her wiha şêniyên Rojava yên ku ji bo dermankirinê û bûkên hevdîtinên wan li bayozxaneyên Başûrê Kurdistanê hene, dikarin derbas bibin.

Her wiha destnîşan kir ku ev ne cara yekê ye ku derî li pêşiya rewşên mirovî û bazirganî ji aliyê rêveberiya deriyê Pêş Xabûr ve tê girtin.

Rêveberiyê piştrast kir ku derî ji aliyê Rojava de vekirî ye ji ber ku korîdoreke mirovî ye, lê belê rêveberiya Pêş Xabûr derî girtiye û vekirina derî bi mijarên siyasî ve girê dide.

(mh/şx)