Li taxên Qamişlo sondiqên giliyan hatin danîn

Yekitiya Dermansazan a Qamişlo sondiqên giliyan li nav bajêr danîn û plan kiriye ku 5 sandoqên din li navçeyên bajêr deynin. Armanc ji vê yekê ew e ku asta nêzîkbûna dermanxaneyan ji nirx û pîvanên yekitiyê ve bizanin û zêdetir li ser rexneyên şêniyan ên der barê dermanxaneyan a bisekinin ku bi buhayên dermanan dilîzin.

Li taxên Qamişlo sondiqên giliyan hatin danîn
11 gulan, 2023   17:16
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişlo bang li Yekitiya Dermansazan kiribû ku buhayên dermanan bikin yek, di vê çarçoveyê de Yekitiya Dermansazan 5 sondiqên giliyan li nav taxên bajêr danîn da ku giliyên welatiyan û bi taybetî giliyên der barê buhayên dermanan de, bigirin.

/ar/uploads/files/2023/05/11/141958_dsc_0192.webp

Sandoq li hember dermanxaneya Ferhan a taxa Xerbî, li hember dermanxaneya Alemiye ya taxa Siyahî, li kêleka dermanxaneya Deham a taxa Kornîş, li kêleka dermanxaneya Îstîqamê ya li Sûka Navendî û li kêleka dermanxaneya Serac a taxa Enteriye.

Hevserokê Yekitiya Dermansazan a Qamişlo Kamîran Mejdel Bêk ji ajansa me re diyar kir ku sedema danîna sandoqan ew e ku buhayên dermanan li hemû dermanxaneyan ne wek hev bin.

Mejdel Bêk der barê makanîzma yekitiyê de ya di vê projeyê de got: "Giliyên şêniyan dê bi awayekî heftane ji aliyê yekitiyê ve bên dîtin. Piştî ku ew gilî tên taqîkirin dê ji bo dermanxaneyên muxalif serdan bên kirin da ku dermansaz bê hişyarkirin. Eger gilî dubare bûn jî wê demê dê dermanxane bê cezakirin. Eger dîsa dubare bibin jî dê dermanxa ji bo 15 rojan bê girtin."

Mejdel Bêk destnîşan kir ku kesê ku dixwaze gilî bike, bila navê xwe, navê dermanxaneyê, navê derman û nirxê wê binivîse.

Tê payîn ku 5 sandoqên din li navçeyên bajêr (Amûdê, Tirbespiyê, Til Birak, Til Hemîs û Girkê Legê) bên danîn.

(mh/şx)

ANHA