ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-5-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-5-2023
8 gulan, 2023   23:00

Endamên Kongra Star tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya rêxistinên hiqûqî di serî de CPT'ê şermezar kir û destnîşan kir ku fikrê wî ji bo wan mîras e ku divê bê parastin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Qamişlo di 10'ê Gulanê de li ser asta herêma Cizîrê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û destekdayîna Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên Tirkiyeyê de, amadekariyên lidarxistina çalakiyeke girseyî tê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bang li gel kir ku beşdarî çalakiyên 10`ê Gulanê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Şilêr a Şopandina Mafê Zarokan, destdirêjiya ku çeteyan li zaroka Efrînê kiriye bi tundî şermezar kir. Komîteyê bêdengiya saziyên navnetewî jî rexne kir û xwest ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker were pirsîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolerên Ereb destnîşan kir ku divê dewletên erebî rola xwe di çareserkirina kirîza Sûriyeyê de bilîzin û wê ji çavnebariyên derve nexasim ên dewleta Tirk a dagirker biparêzin. Her wiha diyar kir ku domandina şer dê encamên xerab li ser astên siyasî, mirovî, aborî û ewlehî bînin. (BI WÊNE)

Ji ber dorpêça giran a hikumeta Şamê daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, xizmetên tenduristiyê pir bi paş ketine û rewşa jiyanî gelekî xirab bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desetya Çandê, Komxebata Hunera Şêwekariyê ya Rojava ku dihat payîn sibê li Kobanê û Qamişlo bê lidarxistin, taloq kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Etartiya ku êdî ji holê radibe, li pey xwe dîmenên nostaljî dihêle. Bavê Rêzan û kurê xwe jî etarên dawî yên Qamişlo ne.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kooperatîfa Çandiniyê ya Komîteya Aborî ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê armanc dike ku bigihêje asta xwe têrkirinê, her wiha sebzeyan dide sûkên herêmî û ji malbatên şehîdan re derfetên kar peyda dike.

Piştî nêzî mehekê ji destpêka şerê çekdarî yê li Sûdanê, Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî duh ragihand ku nûnerên artêşa Sûdanê û hêzên berevaniya lezgîn li Ceddeyê dest bi diyalogê kir. (BI WÊNE)

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Firatê bi daxuyaniyekê rewşa awarte ji bo mewsima çinînê radigihîne. Daxuyanî li pêşiya Şaredariya Gel a Kobanê dide saet di 9:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo diyarkirina buhayê genim û ceh di vê mewsimê de civînekê li navenda xwe ya li Reqayê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya JInên Ciwan a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, xwepêşandanek li navçeya Celebiye yê Kobanê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gundê Elûş ê kantona Şehbayê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û banga pêkanîna azadiya wî yta fîzîkî bikin û piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kes, xwepêşandanek li dar dikeve saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA