​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk li Mariê bi hev ketin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Helebê bi hev ketin.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk li Mariê bi hev ketin
8 gulan, 2023   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên MIrovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên polîsa leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Firqeya El Hemze li bajarê Mari ê bakurê Helebê bi hev ketin.

Li gorî SOHR`ê, çeteyên El Hemze êriş bendeke polîsa leşkerî kiriye, di encamê de 2 çeteyên polîsa leşkerî hatin kuştin.

Li herêmên dagirkirî, tevliheviya ewlehiyê berdewam e. Bi gelemperî çete bi hev dikin û di encamê de gelek ji wan tên kuştin û birîndar dibin. Hin caran sivîl jî dibin qurbanên van bûyeran.

(şx)