​​​​​​​4’emîn Komxebata Şêwekariyê 2 rojên din dest pê dike

Bi beşdarbûna bi dehan şêwekaran, 4’emîn Komxebata Rojava ya Hunera Şêwekariyê roja 10’ê Gulanê li bajarê Kobanê dest pê dike.

​​​​​​​4’emîn Komxebata Şêwekariyê 2 rojên din dest pê dike
8 gulan, 2023   04:50
KOBANÊ- NÎHAD KERIHO

Di salên dawîn de tevgera çand û hunerê li herêma Firatê geş bû. Di vê çarçoveyê gelek çalakî hatin lidarxistin. Ji wan Mîhrîcana Şanoyê ya "Arîn Biskên Aştiyê ", Mîhrîcana Kobanê ya Wêjeyî û gelek çalakiyên din ku bi sponseriya Desteya Çandê ya Herêma Firatê hatin organîzekirin.

Di 10’ê vê Gulanê de 4’emîn Komxebata Rojava ya Hunera  Şêwekariyê bi dirûşma " Bi hev em huner bikin buhara dilan" li bajarê Kobanê dest pê kir. Komxebat wê 16’ê Gulanê bi dawî bibe. Ji herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê zêdetir 40 şêwekarên ku karên wan ji aliyê komîteyek hunerî ve hatin nirxandin û hilbijartin dê beşdarî komxebatê bidin.

Komxebat ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê ve û bi sponseriya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê birêxistinkirin. Armanc ji vê komxebatê ew e ku mohreke nû li tevgera hunerî ya li Kobanê bide û berhemên şêwekarên herêmî nîşanî aliyên derve bikin.

Piştî komxebat li Kobanê bi dawî bibe, dê 18’ê Gulanê heta 20’ê heman mehê pêşangeha şêwekariyê li bajarê Qamişloyê were vekirin.

/kr/uploads/files/2023/05/07/185608_-2.webp

Der barê girîngî û rola hunerê de, hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê Dijwar Meşîd got: "Huner bingehê serketina şoreşan e. Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşekê ji hemû aliyan ve dimeşnin. Huner çeka herî girîng a serxistina şoreşa me ye. Ji ber vê yekê em hewl didin da ku hunera herêmê pêş bixin."

Dijwar Meşîd bang li şêwkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got "Bila rîşa we çeka we be. Em ji berxwedana efsanewî ya ku gelên herêmê raber kiriye tabloyeke hunerî xêz bikin ku di dîrokî de zindî bimîne."

(bb)

ANHA