Daxuyaniya hikumeta Şamê li hember biryara Komkara Erebî

Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê têkildarî biyara Meclisa Wezîran a Komkara Erebî ya ji bo vegera Şamê li komkarê, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya hikumeta Şamê li hember biryara Komkara Erebî
7 gulan, 2023   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve û Penaberan a Sûriyeyê di dauxyaniya xwe de got: “Sûriye perspektîf û nêrînên erênî yên niha li herêma erebî rû didin, dişopîne. Di baweriya wê de ye ku ev geşedan li gorî berjewendiya tevahiya dewletên ereb, pêkanîna îstîqrar, ewlehî û pêşketinê ye.”

Wezaretê wiha domand: “Di vê çarçoveyê de, Sûriye girîngiyeke mezin dide biryara Meclisa Komkara Erebî ya der barê ji nû ve tevlêbûna şandeyên hikumeta Komkara Erebî ya Sûriyeyê de di civînên meclisê de. Di heman demê de em li hember zehmetiyên li pêşiya dewletên ereb derdikevin, teqezî bi girîngiya diyalogê û karê hevbeş dikin.”

Her wiha wezaretê diyar kir ku Sûriye bi helwesta xwe ve girêdayî ye ku teqezî bi xurtkirina kar û hevkariya hevbeş a erebî dike û destnîşan kir ku di pêvajoya bê de, pêwîstî bi nêrîneke erebî ya çalak û avaker li ser astên dualî û komî heye ku bingeha wê, diyalog, rêzdarî û berjewendiyên hevbeş e.

Wezîrên karên derve yên Komkara Erebî piştî civîna xwe ya li Qahîrayê ku îro li dar xistibû, biryara bi hejmar 8914 stend û li gorî wê vegera Sûriye li Komkara Erebî ragihand.

(şx)