Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Xelef oxir kir

Şêniyên Reqayê cenazeyê şervanê QSD'ê Xelef El Îbrahîm oxir kir û soz da ku rêya wî bişopînin.

Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Xelef oxir kir
Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Xelef oxir kir
Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Xelef oxir kir
Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Xelef oxir kir
Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Xelef oxir kir
Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Xelef oxir kir
7 gulan, 2023   15:42
REQA

Bi sedan şêniyên Reqayê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Xelef Salih Mihemed El Îbrahîm ku hefteya borî li Reqayê şehîd bûbû oxir kir. Di merasîmê de şêniyên bajêr, endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Sivîl a Reqayê, saziyên civaka sivîl û rûspiyên eşîrên ereb ên herêmê beşdar bûn.

Di serî de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Matar El Şehil destnîşan kir ku şopandina rêya şehîdan erka her kesî ye nexasim di çarçoveya geşedanên leşkerî û siyasî yên herêmê de.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ehmed El Mustefa diyar kir ku rêya tekane ya rizgarbûna ji zilm û zorê, fedakarî ye û hêzên wan amade ne ji bo parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe feda bikin.

El Mustefa wiha domand: "Li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek zehmetiyên siyasî, leşkerî û aborî hene, ji ber wê jî divê her kes ji bo parastina herêmê amade be."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin. Piştre girseya gel cenazeyê şehîd li Goristana Şehîdan a Reqayê veşart.

(mh/şx)

ANHA