Komkara Erebî: Me ji bo pêkanîna daxuyaniya Emanê komîteyek damezirand

Komkara Erebî, piştî ku Sûriye lê vegeriya banga parastina serweriya Sûriyeyê û ewlehiya wê ya herêmî kir û destnîşan kir ku ji bo çareserkirina kirîza Sûriyeyê li gor biryara 2254 divê gavên cidî bên avêtin.

Komkara Erebî: Me ji bo pêkanîna daxuyaniya Emanê komîteyek damezirand
7 gulan, 2023   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrên derve yên Komkara Erebî piştî civîna xwe ya li Qahîreyê civîna biryara bi hejmar 8914 derxist. Her wiha ragihandin ku ji îro û pê ve şandeyên Sûriyeyê dê dîsa tev li civiînên meclisa komkarê û hemû saziyên girêdayî wê bibin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Komkara Erebî dê piştgiriya Sûriyeyê bike û ji bo çareserkirina kirîza wê nexasim bi rêya siyasî û çalakkirina rola Erebî di wê pêvajoyê de, pêkanîna ewlehiya wê û yekbûna xaka wê, dê bixebite.

Li gorî nêrînên serokên şandeyên beşdar ev biryar hatin girtin:

Di daxuyaniyê de ev bend hatin diyarkirin:

1- Parastina serweriya Sûriyeyê û yekbûna xaka wê li gor peyman û nirxên Komkara Erebî û domandina hewldanên bidawîkirina kirîza Sûriyeyê li gor berjewendiyên hevbeş ên Erebî.

2- Erêkirina daxuyaniyên Erebî yên ku di civîna Cedde ya 14'ê Nîsana 2023'yan û ya Emanê ya 1'ê Gulana 2023'yan de hatine dayîn û pêkanîna makanîzmên çalakkirina rola pêşengî ya dewletên Ereban di çareserkirina kirîza Sûriyeyê de û bidawîkirina metirsiya terorê û derbaskirina madeyên hişbir.

3- Ji bo çareserkirina kirîzê li gor biryara Meclisa Ewlehiyê ya 2254 û msiogerkirina gihandina ewle ya alîkariyên mirovî yên ji bo Sûriyeyê divê gavên cidî bên avêtin.

4- Damezirandina komîteyeke peywendiyan a girêdayî wezaretê ku ji nûnerên Urdin, Erebistana Siûdî, Iraq, Lubnan, Misr û sekreterê giştî pêk bê, da ku çavdêriya pêkanîna daxuyaniya Emanê bikin û bi hikumeta Şamê re bi awayekî rasterast diyalogê bikin, raporan amade bikin û ji wezaretê re pêşkêş bikin.

5- Beşdarbûna şandeya Komara Erebî ya Sûriyeyê di civînên Meclisa Komkara Erebî û hemû dezgeh û saziyên wê de ji 7'ê Gulana 2023'yan û pêve.

6- Erkdarkirina sekreterê giştî ji bo ku çavdêriya pêkanîna van bendan bike û geşedanên dawîn ji bo meclisê ragihîne.

(mh/şx)