Hîlala Zêrîn: 14’ê Gulanê wê bibe dawiya faşîzmê

Tevgera Hîlala Zêrîn siyasetên AKP’ê yên li dijî Kurdên Bakurê Kurdistanê şermezar kir û got 14’Gulanê wê bibe dawiya faşîzmaya dewleta Tirk.

Hîlala Zêrîn: 14’ê Gulanê wê bibe dawiya faşîzmê
Hîlala Zêrîn: 14’ê Gulanê wê bibe dawiya faşîzmê
Hîlala Zêrîn: 14’ê Gulanê wê bibe dawiya faşîzmê
Hîlala Zêrîn: 14’ê Gulanê wê bibe dawiya faşîzmê
Hîlala Zêrîn: 14’ê Gulanê wê bibe dawiya faşîzmê
7 gulan, 2023   10:39
HESEKÊ

Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê bi daxuyaniyekê operasyonên qirkirina siyasî ku AKP’ê li dijî siyasetmendar, hunermend, çalakvan û rojnamevanan pêk tîne şermezar kir.

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan kesî li ber Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a taxa Miftî ya bajarê Hesekê hat xwendin.

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê Şerda Osman daxuyanî xwend.

Şerda Osman diyar kir ku armanca desthilata Tirk ji girtina welatiyan Kurd ew e ku çanda Kurdan îmha bike û xeta berxwedanê têk bibe da ku di hilbijartinan de bi serkeve.

Her wiha anî ziman ku rejîma Tirk siyasetên xwe yên qirêj ên bi armanca têkbirina yekitiya demokratîk didomîne û got:  "Li Bakurê Kurdistanê di nav de 50 hunermendên Kurd, zêdetirî 200 kes hatin girtin. Ji wan hunermendê Cîhan Eymaz e ku qebûl nekir strana ’Ez ji bo tirkan dimirin’ bêje."

Şerda Osman di dawiyê de got: " 14’ê Gulanê wê bibe dawiya faşîzmê."

(bb)

ANHA