Ciwanên Eyn Îsayê li dijî tecrîdê meşiyan

Bi dehan ciwanên Eyn Îsayê bi meşekê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan berxwedanê bilind bikin.

Ciwanên Eyn Îsayê li dijî tecrîdê meşiyan
Ciwanên Eyn Îsayê li dijî tecrîdê meşiyan
Ciwanên Eyn Îsayê li dijî tecrîdê meşiyan
Ciwanên Eyn Îsayê li dijî tecrîdê meşiyan
Ciwanên Eyn Îsayê li dijî tecrîdê meşiyan
Ciwanên Eyn Îsayê li dijî tecrîdê meşiyan
7 gulan, 2023   10:17
EYN ÎSA

Meşê ji Mizgefta Mezin dest pê kir û heta Çerxerêya Şehîd Cûdî dewam kir. Di ku meşa bi dirûşmeya "Ciwanên fedaîyên Rêber Apo ne" hatiye lidarxistin de, bi dehan şêniyên navçeyê û koçberên Girê Spî beşdar bûn.

Di meşê de tecrîd hat şermezarkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin. Meşvanan bênavber diruşmên "Bê serokê jiyan nabe" û "Bi can û bi xwîn em te re ne ey serok" berz kirin û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Li Çerxerêya Şehîd Cûdî ya li naverasta navçeyê, endama Yekitiya Jinên Ciwan Firyal Temê axivî û tecrîd şermezar kir.

Firyal anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker êrişî gelên ku xwe li gorî fikrê Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin dikin, dike û detnîşan kir ku li hember êrişan û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ew ê têkoşînê bidomînin.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Macid Husam jî bêdengiya rêxistinên navneteweyî û yên hiqûqî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, şermezar kirin.

Husam anî ziman ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bilind bikin.

Meş bi diruşmên "Bê serok jiyan nabe" û" Bi can û bi xwîn em te re ne ey serok" bi dawî bû.

Dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 2 salan e, li gel bêdengiya rêxistinên mafên mirovan tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike.

(fr/c)

ANHA