Tevgerên ji bo Sûriyeyê rojeva medyaya Ereban bû

Di hefteya borî de rojnameyên erebî tevgerên dewletên Erebab ên derbarê aloziya Sûriyeyê de, di taybet civîna Emanê û hewldanên vegera Şamê li Komkara Erebî şopandin. Her wiha cih dan hewldanên Erdogan ên bikaranîna DAIŞ`ê, hewldanên çareserkirina aloziya Sûrdanê, dîsa jî aloziya di navbera Rûsya û Ukranyayê de ya piştî hewldanên sûîqastkirina Pûtîn çend rojevên sereke bûn.

Tevgerên ji bo Sûriyeyê rojeva medyaya Ereban bû
7 gulan, 2023   06:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgerên dewletên Ereban û yên herêmî yên derbarê dosyaya Sûriyeyê de, şerê Sûdanê û aloziya di navbera Rûsya û Ukranyayê mijarên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

‘URDIN: SÛRIYE DÊ DI DEMEKE NÊZ DE LI KOMKARA EREBÎ VEGERE’

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da tevgerên dewletên Ereban ên ji bo vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî û di wê derbarê de wiha nivîsand: "Di demekê de ku Washingtonê normalîzekirin bi rejîma Esed re red kir, wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen Sefedî roja înê diyar kir ku dê Sûriye di demeke nêz de li Komkara Erebî vegere. Lê belê li pêşiya çareserkirina krîz û şerê li welat dewam dike, hê jî gelek astengî hene.

Berdevkê Komkara Erebî roja pêncşemê daxuyand ku wezîrên welatên Ereban dê yekşemê ji bo nîqaşkirina rewşa Sûriyeyê li Qahîreyê bicivin.

Di heman demê de ji bo normalîzekirina bi Esed re hewldanên li herêmê dewam dikin. Ruxmî ku hin dewlet û Qeter hê jî li dijî vegerandina têkiliyan giştî ne, lê di demên dawîn de hin dewletên Ereban bi rêya civîn û serdanan têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re vegerandin.”

′ERDOGAN LI SER RÊBAZA AMERÎKAYÊ DAIŞ′Ê BI KAR TÎNE′

Rojnameyên erebî li ser îdiayên hedefgirtina serçeteyê DAIŞ′ê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şopandin. Li ser vê yekê rojnameya El Exbar a Lubnanê wiha nivîsand: "Hemwextî hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyeyê ku tê de dosyaya Sûriyeyê roleke girîng dilîze, Enqereyê ragihand ku di operasyoneke ewlehî-leşkerî li Cindirêsê de ku di bin kontrola komên girêdayî dewleta Tirk de ye, serçeteyê DAIŞ′ê Ebû Hisên El Qureşî kuştiye. MÎT′a Tirk bi bîr xist ku serçete di dema girtinê û dorpêçkirina mala tê de xwe vedişart, xwe teqandiye. Vê yekê bi taybet ji ber eşkerenekirina cenazeyê wî û dema wê ya hemwextî hilbijartinên Tirkiyeyê, gelek guman çêkirin. Ev yek dîmena di dema hilbijartinên Amerîkayê de tîne bîra mirov ku wê demê Washingtonê li dijî fermandarên rêxistinên “cîhadîst” ji bo hin armancên têkildarî hilbijartinan, operasyon pêk anîn. Çavkaniyên Amerîkayê bi awayekî neyekser gumanên xwe li ser vê hedefgirtinê tînin ziman û dibêjin “tu agahiyên ku vê îdiayê piştrast dikin, tune ne.”

LIHEVKIRINA LI SER VEGERA PENABERAN Û RAWESTANDINA QAÇAXÇÎTIYA HIŞBIRÊ′

Rojnameya El Ereb a navenda wê li Londonê bal kişand ser 2 mijarên ji civîna Emanê; rêbaza vegera dilxwazî ya bi milyonan penaberên sûriyeyî û hevkariya li dijî qaçaxçîtiya hişbirê bi rêya sînorê Sûriyeyê.

Rojnameyê da zanîn ku hikumetên Ereban û yên rojavayî Sûriyeyê bi çêkirina hebên Captagonê (hişbir) tawanbar dikin û ev heb derbasî Kendavê dibin. Di çend mehên borî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Brîtanya û YE′yê ji ber bazirganiya hişbirê, çend berpirsên sûriyeyî û xizmên Esed xistin lîsteya cezayan.

Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymend El Sefedî di civîneke çapemeniyê piştî civîna Emanê de got ev yek destpêk bû û xebata ji bo bidawîkirinê berdewam e.

El Sefedî bersiv da û got Komkara Erebî li gorî mekanîzmayên xwe biryara vegera Sûriyeyê li komkarê dide.

Urdinê bang li Sûriyeyê kir ku bi dewletên Ereban re, di danîna nexşerêya bidawîkirina şer û çareserkirina dozên penaber, girtî, qaçaxçîtiya hişbirê û milîsên bi piştgiriya Îranê û dozên bandorên li dewletên cîran dike, beşdar be."

‘EREBISTANA SIÛDÎ: ÎNSIYATÎFA KOMKIRINA ALIYÊN NAKOK ÊN SÛDANÊ’

Der barê şerê li Sûdanê de rojnameya Îtîhad a Îmaratê wiha nivîsî: "Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî bi daxuyaniyekê ragihand ku wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bîn Ferhan û hempîşeyê wî yê amerîkî Anthony Blinken di pêwendiyeke telefonê de însiyatîfa hevbeş ji bo civandina her du aliyên krîza Sûdanê li bajarê Cedayê nîqaş kir.

Duh, di daxuyaniyê de hate gotin ku însiyatîfa hevpar armanc dike ku asta rageşiyê li Sûdanê kêm bike.”

′KREMLÎN: ÊRIŞA BI BALAFIRÊN BÊMIROV BI FERMANA AMERÎKAYÊ PÊK HAT′

Rojnameya El Beyan li ser rewşa Ukraynayê wiha nivîsand: "Rûsyayê duh Amerîka tawanbar kir ku wê ferman daye Ukraynayê ku bi 2 balafirên bêmirov êrişî avahiya Kremlînê ya li Moskovê bike. Lê pergala parastinê ya Rûsyayê ew êriş bê bandor kir û Kîevê jî tawana li dijî xwe derewand.

Koşka Spî bersiv da tawanên Moskovê û got têkiliya wê bi vê yekê re tune ye.

Ajansa Interfax a Rûsyayê li ser zimanê berdevkê Kremlînê Dmîrtî Peskov got hewldanên Kîevê û Washingtonê ji bo înkarkirina berpirsiyariya xwe li ser êriş kirêt in."

(bb)