Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku şervanekî wê li navçeya Amûdê şehîd bûye. Hêzê di heman demê de soza şopandina rêya şehîd da heta ku ewlehî û aştî pêk were.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
6 gulan, 2023   19:44
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ragihand ku endamê wê Mehmûd Diyab di 5`ê Gulanê de li navçeya Amûdê şehîd bûye.

Hêzê sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina rêya şehîd da ta ku ewlehî û aştî li tevahî herêman pêk were.

Li gorî hêzê, nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Mehmûd Diyab

Navê bav: Mihemed

Navê dayîkê: Emûne

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Midewer 20-10-2004

Cih û dîroka tevlêbûnê: Qamişlo 9-12-2021

Cih û dîroka şehadetê: Amûdê 5-5-2023

(şx)