ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-5-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-5-2023
6 gulan, 2023   23:00

Malbatên şehîdan anî ziman ku rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî berpirsên girankirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan in û got ew ê têkoşîna li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan bidomînin heta azadiya wî ya fîzîkî were mîsogerkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan a Rêveberiya xweser Şêxmûs Ehmed bang li NY`yê kir ku piştgiriya însiyatîfa Rêveberiya Xweser bike da ku penaberan pêşwazî bike. Her wiha destnîşan kir ku ji bo piştgiriya vê însiyatîfê, divê deriyê sînor ê Til Koçer bê vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê diyar kir ku di çarçoveya hewldanên dagirkirinên nû û qezenckirina dengên neteweperestên Tirkan de, dewleta Tirk a dagirker êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyê eşîra El Welda bang li sûriyeyên li Tirkiyeyê kir û got "Dengê xwe nedin AKP’ê lê dengê xwe bidin aliyên ku dê mafên we mîsoger bikin û nûnertiya îradeya we bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a navçeya Amûdê projeya avê bi dawî kir ku bi rêya wê avê ji 10 hezar kesî re peyda bû. Li aliyekî din şaredariyên gel ên Herêma Firatê piştî diyarkirina budceya giştî, îhale ji bo xebatên xizmetguzarî ragihand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo cenazeyê şervanê QSD`ê Ziyad Ehmed El Îbrahîm li Goristana Şehîdan a navçeyê vedişêrin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê û Zanîngeha Rojava pêşangeha şêwekariyê ya xwendekarên Fekulteya Hunera Bedew bi dawî dike û şevbuhêrkek li dar dixe saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Dêrik, Çilaxa û Til Koçerê cenazeyê şervanê QSD`ê Igab Til Koçer li Goristana Şehîdan a Uqab El Eswed a navçeya Til Koçerê oxir dikin, ji bo şervanê HPG`ê Egîd Zîlan merasîma xiyabî li dar dikeve saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a rojavayê Dêrazorê merasîma sersaxiyê ji bo şehîd Xemlîn Kobanê li herêma 7 kîlo li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Diyab li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê oxir dike saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Kevana Zêrîn a Hesekê ji bo şermezarkirina hemleya qirkirina siyasî ya ku AKP`ê li Bakurê Kurdistanê dimeşîne li Navenda Çand û Hunerê ya Hesekê daxuyanî dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNDE Û DÎMEN)

ANHA