Xebatên xizmetguzarî li herêmê berdewam in

Şaredariya Gel a navçeya Amûdê projeya avê bi dawî kir ku bi rêya wê avê ji 10 hezar kesî re peyda bû. Li aliyekî din şaredariyên gel ên Herêma Firatê piştî diyarkirina budceya giştî, îhale ji bo xebatên xizmetguzarî ragihand.

Xebatên xizmetguzarî li herêmê berdewam in
7 gulan, 2023   01:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Şaredariyan a Herêma Firatê îhaleyên xwe yên ji bo projeyên xizmetguzarî yên mehan havînê eşkere kirin. Çaverê ye ku piştî nîvê Gulanê xebat ji Kobanê dest pê bikin. Ji ber ku diyarkirina budceya giştî ya Komîteya Şaredariyan dereng ma, ev xebat jî dereng dest pê bûn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo budceya giştî ya Komîteya Şaredariyan a Herêma Firatê ku 15 şaredarî girêdayî wê ne, 2 milyon û 200 hezar dolar diyar kir. Proje wê ji Kobanê dest pê bike ji ber ku bajar di encama êrişên çeteyên DAIŞ`ê de sala 2014`an gelek xesar lê bûn.

Komîteya Şaredariyan di xebatên xwe de girîngî dide sererastkirina rêyan li rojavayê bajarê Kobanê, torên kanalîzasyonê ku li gelek taxan ne baş in.

/kr/uploads/files/2023/05/06/193328_-.webp

Der barê van xebatan de, hevserokê Komîteya Şaredariyan a Herêma Firatê Hecî Ehmed got: “Tevî ku budceya îsal ji ya par kêmtir e lê em amade ne projeyên havînê pêk bînin. Sala borî budce 2 milyon û 500 hezar dolar bû. Xebatên me wê herî zêde li rojavayê bajêr bin. Ji ber ku sala borî me xebatên xwe li rojhilatê bajêr li dar xistin.”

Ehmed wiha domand: “Me li gorî bernameya her şaredariyekê para wê ya budceya giştî veqetand. Bername dê piştî diyarbûna encama îhaleyan dest pê bibin.”

Tê bibîrxistin ku şardariyên gel ên herêma Firatê, sala borî bi rêjeya ji sedî 90`ê plansaziya xwe temam kiribû ku rêyên herêmê bi lêçûna 194 hezar dolar sererast kiribûn.

Têkildarî kar û xebatên sererastkirina torên kanalîzasyonê, şaredariyan sala borî 7 hezar û 40 metre bi lêçûna 245 hezar dolar tore sererast kiribû. 78 boryên çîmento, 11 ebare û 4 rager li kantona Kobanê bi cih kirin.

Zêdetirî 70 kîlometre rêyên herêmê hatin sererastkirin. Av gihaşt gelek gundên rojavayê Kobanê ku bîr lê zûha bûne û ava wê şor in. Her wiha li gelek gundên rojhilatê bajêr, bîr hatin kolandin. Hewzên avê li girê Meşte Nûrê bi lêçûna 178 hezar dolarî hat avakirin ku hîna bi dawî nebûye.

AMÛDÊ

/kr/uploads/files/2023/05/06/205108_1-1.webp

Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê jî Daîreya Avê xebatên firehkirin û sererastkirina torên avê yên navçeyê piştî 5 mehan bi dawî kirin.

/kr/uploads/files/2023/05/06/193257_-.webp

Li gorî endamê rêveberiya daîreyê, Îbrahîm Hesen, proje gelek girîng e û dê bi awayekî erênî bandor bike ku avê ji welatiyan re peyda bike nexasim bi hatin havînê re.

Daîreyê, torên avê fireh kirin, bi dirêjahiya 6 hezar û 300 metre dirêj kir. Tore, avê ji hezar kesî re peyda dike.

Der barê projeyê de Hesen got: “Torên avê yên gelek taxan hatin firehkirin û li hin taxan jî torên nû hatin dirêjkirin.”

Hesen destnîşan kir ku di vê projeyê de, beşeke mezin a pirsgirêka avê ya taxan hat çareserkirin û di taxên lê torên avê nîn de, hatin dirêjkirin.

16 bîr, avê ji navçeya Amûdê û gundê wê re peyda dike. 5 hilmij, avê didin navçeyê û gundan. Ji bo xebitandina hilmijan dema kehrebe qut bibe, jeneratorek hatiye bicihkirin.

NÊRÎNA ŞÊNIYAN

/kr/uploads/files/2023/05/06/193351_.webp

Av nagihêje gelek taxên navçeyê yên ji navendê dûr in. Ji ber ku zexta çekirina avê bi dûrketina ji navendê re kêm dibe. Welatiya bi navê Xalsa Izedîn a li bakurê navçeyê rûdine, got av li taxên bakurê navçeyê heye.

/kr/uploads/files/2023/05/06/193408_.webp

Welatiyê bi navê Fewaz Emkî jî got li herêma ku lê dimîne (naverasta navçeyê) av hertim heye û hêvî kir ku şênî avê vala xerc nekin.

Li hin bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aloziya avê heye ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê qut dike. Her wiha ava stasyona Elokê ya bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî jî qut dike. Ji ber wê milyon kes li bajarê Hesekê û gundên derdorê, bê av dimînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Goo-3UDclyk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>