‘Em ê li ser xeta Rêbertî bimeşin, heta azadiya wî ya fîzîkî pêk bê’

​​​​​​​Malbatên şehîdan anî ziman ku rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî berpirsên girankirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan in û got ew ê têkoşîna li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan bidomînin heta azadiya wî ya fîzîkî were mîsogerkirin.

‘Em ê li ser xeta Rêbertî bimeşin, heta azadiya wî ya fîzîkî pêk bê’
6 gulan, 2023   23:25
QAMIŞLO

Malbatên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê bêdengiya saziyên navneteweyî yên mafên mirovan a li hemberî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got saziyên navneteweyî berpirsên girankirina tecrîdê ne.

/kr/uploads/files/2023/05/06/193025_-.webp

Xwişka şehîd Macid Omer, Etiye Omer tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku tecrîd li dijî tevahî qanûn û peymanên navneteweyî ye.

Etiya Omer bal kişand ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û rola wî di rêxistinkirina civakê de û got: "Rêber Abdullah Ocalan ji dêvla sîstema kapîtalîst, sîstemek din danî. Fikrê Rêbertî bandoreke mezin û erênî, li civakê bi taybet li jinan dike. Ji ber vê yekê dijminê fikrê neteweya demokratîk dijbertiya wî dikin û tecrîda li ser wî girantir dikin."

Etiye Omer di dawiyê de diyar kir ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi saya fedakariyên şehîdan hatin bidestxistin, ew ê bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî bin.

/kr/uploads/files/2023/05/06/193008_-.webp

Birayê şehîd Gulbihar û şehîd Zerdeşt Ferho, Dilbirîn Ferho diyar kir ku dewleta Tirk li ber çavên rêxistin û saziyên mirovî tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, lê rêxistinên mirovî li dijî dewleta Tirk tu tedbîrên qanûnî an jî cezayan pêk naynin.

Dilbirîn Ferho anî ziman ku tecrîd di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de tevahî gelên ku bi azadî û demokrasiyê bawer in, dike hedef û got: "Ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê têkoşînê xurt bikin."

/kr/uploads/files/2023/05/06/192953_-.webp

Birayê şehîd Peyman Elî, Ebdulwehab Xalid El Meranî îşaret bi vê yekê kirk u têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya tevahî gelan e û wiha domand: "Dewleta Tirk a faşîst fikrê Rêbertî wekî xetereyekê li ser xwe dibîne, ji ber vê yekê bi rêya girankirina tecrîda li dijî wê, şerê vî fikrî dike."

Ebdulwehab El Meranî diyar kir ku li dijî tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were divê çalakî dewam bikin.

/kr/uploads/files/2023/05/06/192934_-.webp

Hevjîna şehîd Riya Elî, Cîhan Mihemed Yûsif anî ziman ku rêxistinên mirovî yên navneteweyî berpirsên pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê ye û got, ew ê li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê berdewam bikin heta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

(bb)

ANHA