​​​​​​​Li Reqayê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan şaxê Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê çalakiyek li dar xist û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

6 gulan, 2023   14:58
REQA

Di çalakiya bi dirûşma “Azadiya Rêber Ocalan misogeriya demokrasiyê û ewlehiya herêmê ye” de bi hezaran şênî, rûspiyên Reqa, Tebqa, Dêrazorê û Minbicê beşdar bûn.

Çalakî li Qada Newroz a li rex Çerxerêya Firosiye li dar ket. Di çalakiyê de hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê Fîras Remadan axivî û got: “Me ev çalakiya xwe lidar xist ji bo bidawîkirina zulmê û çewisandina li ser gelên cîhanê û Rojhilata Navîn.”

Bi navê însiyatîfê endama wê Nazîfe Xelo axivî û got: “Sozdestî û sitemkarî welatan dikin girtîgeh. Lê nizanin ku dîwarên kelehên wan nikarin li pêşiya vîna gelan û şoreşgeran bi ser keve. Ew dîwar dê li hember qîrîna gelên şoreşger bi ser keve û nikarin fikrên şoreşger û xewnên gelan têk bibin.”

Nazîfe di axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê gel hevgirtî be.

Her wiha bi navê rûspiyên Reqayê serokeşîrê êla El Bû Cabir şêx Nayif El Dêf axivî û got: “Welatê me bi jiyana hevbeş navdar e. Ji destpêka dîrokî ve, gelan bê cudahî bi hev re jiyan û bû yek ji adetên me.”

El Dêf wiha domand: “Ronakbîr û Rêber Abdullah Ocalan tê koşiya û bi çanda van gelan û dîroka wî ya rasteqîn bawer kir. Ji bo aloziyê çareserî peyda kirin. Bawer kir ku biratî û jiyana hevbeş, dîroka rastîn a van gelan e û ne dîroka dewletê û desthilatê ye ku fêrî gelan kiriye.”

Bi navî qebîle û êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêx Nayif El Dêf bang li sûriyeyiyên li Tirkiyeyê kir ku alîkariya gelê Tirk bikin ji bo ku desthilata Erdogan hilweşe.

Hevserokê kar û barên olî yê Tebqayê Ednan Ilêwî bang li gelên cîhanê kir ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan serî hildin.

Di dawiya çalakiyê de, Koma Diret El Firat a Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê û koma Xabûr a Navenda Çand û Hunerê ya Hesekê berhemên xwe pêşandan.

(şx)

ANHA