Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin

Di topbarana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li Idlibê de leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin
6 gulan, 2023   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên ′Fetih El Mubîn′ hêzên hikumeta Şamê yên li derdora Birêc a başûrê Idlibê kirin hedef. Di encamê de leşkerek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Ji destpêka îsal ve li “herêma bêçek” di 112 êriş û pevçûnên dualî yên hikumeta Şamê, komên girêdayî wê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker û welatiyên herêmê de, hejmara kuştiyan zêde dibe û 140 kes jî birîndar bûn ku ji wan 34 kes sivîl in.

(fr)