QSD′ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kirin

QSD′ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kirin û soz da ku tolê ji kujer û dijminan hilîne û li ser şopa şehîdan heta pêkanîna armancên wan tê bikoşe.

QSD′ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kirin
6 gulan, 2023   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şehîdan ku di êrişên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Di daxuyaniya QSD′ê de ev hate gotin:

"Di êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Qeyrewan ê bakurê Holê de şervanên me Egab Til Koçer, Ramî Til Hemîs gihaştin asta şehadetê, her wiha di topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Fatsê yê rojhilatê Eyn Îsayê de hevrêyê me Xelef El Îbrahîm jî şehîd bû.

Hevrêyê me Bender Til Koçer di nava malbateke kedkar a ji eşîra Şemer de mezin bû. Di demeke zû de anku 2014′an de piştî rizgarkirina herêma Cizîrê ji çeteyên DAIŞ′ê, tev li YPG′ê bû. Mîna bi hezaran hevrêyên xwe bersiva banga şêniyên Til Koçer, Til Hemîs, Hol û Til Birakê da ku ji terorê rizgar bikin. Bi lehengî tev li pêngava rizgarkirina wan herêman bû. Ji bo ku asta xwe ya leşkerî bi pêş bixe, tev li 3 dewreyên leşkerî û fikrî bû. Tev li pêngava rizgarkirina Şengal, herêmên Cizîr, Dêrazor, Reqa, Mergede û hwd bû. Di vê dawiyê de tev li pêngava serdegirtina şaneyên DAIŞ′ê yên li herêma Holê û Til Hemîsê bû. Di têkbirina baregehên terorê li gundê rojhilatê holê û başûrê Til Hemîsê de roleke girîng û aktîf lîst, bi taybet li gundê Qeyrewanê ku destpêka sûcên DAIŞ′ê yên li herêmê bû û depoyên wan ên çekan ji bo êrişa girtîgeha Sîna ya Hesekê hebû.

Hevrê Bender ji bo nirxên şênî û şehîdan wefedar bû, di erkên xwe de dilnizm bû. Şervanekî di oxira parastina şêniyên herêmê bi hemû pêkhateyên wê de dudilî nebû. Ji bo ked, têkoşîn û pisporiya wî ya leşkerî bû fermandarê Lîwa li Holê.

Hevrê me Ramî Til Hemîs sala 2017’an tev li nava refên hêzên me bû. Ramî Til Hemîs ji malbateke welatparêz e ku piraniya ferdên wê di nava hêzên ewlehî û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bûn. Hevrê Ramî erka xwe ya leşkerî bêyî dudilî li piraniya herêmên wekî Hol, Şedadê û yên dîtir yên ku ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin bi cih anî. Herî dawîn beşdarî operasyonên serdegirtina li şaneyên DAIŞ’ê bûn ku li herêmên Hol û Til Hemîsê, bi taybetli li gundê Qeyrewan hatin lidarxistin. Ev gund bingeha êrişên terorî yên DAIŞ’ê yên li dijî herêmê bû, her wiha depoyên çekên wê yên amadekarî yên ji bo êrişa li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê lê hate dîtin.

Hevrê me Xelef Îbrahîm jî di êrişa bi obusan a dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Fatisa yê rojhilatê Eyn Îsayê de şehîd bû. Hevrê Xelef di sala 2020’î de dema ku dewleta Tirk a dagirker terora xwe li ser gelê me û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kir tev li refên hêzên me bû. Hevrêyê me Xelef di eniyên pêş ên Eyn Îsa û Reqayê de girt.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahî şervanên xwe re dixwazin. Em dibêjin wê tiştek li ber tolhildana ji qatil û dijminan  nebe asteng. Em ê têkoşîna xwe ya li ser şopa şehîdan berdewam bikin heta ku hêvî û xeyalên wan li welatekî ewle û aştiyane bi cih werin.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Igab Til Koçer

Nav û paşnav: Bender El Mizel

Navê dayikê: Şêxa

Navê bav: Mihemed Elî

Cih û dîroka jidayikbûnê: Til Koçer, 1989

Cih û dîroka şehadetê: Qeyrewan, 5 Gulan 2023

Nasnav: Ramî Til Hemîs

Nav û paşnav: Ziyad El Îbrahîm

Navê dayikê: Wedha

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Til Hemîs, 1987

Cih û dîroka şehadetê: Qeyrewan, 5 Gulan 2023

Nasnav: Bedîh

Nav û paşnav: Xelef El Îbrahîm

Navê dayikê: Sebha

Navê bav: Mihemed Salih

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor, 1996

Cih û dîroka şehadetê: Gundê Fatisa, 4 Gulan 2023

(fr-bb)