​​​​​​​Rojnameyên erebî: Çûyîna Erdogan dê bandorê li têkiliyên Enqere-Moskovê neke

Vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî, bandora têkçûna Erdogan li ser têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê û însiyatîfa Erebistana Siûdî ya ji bo Sûdanê, rojevên rojnameyên erebî yên îro bûn.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Çûyîna Erdogan dê bandorê li têkiliyên Enqere-Moskovê neke
6 gulan, 2023   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

‘URDIN: SÛRIYE DÊ DI DEMEKE NÊZ DE LI KOMKARA EREBÎ VEGERE’

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da tevgerên dewletên Ereban ên ji bo vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî û di wê derbarê de wiha nivîsand: "Di demekê de ku Washingtonê normalîzekirin bi rejîma Esed re red kir, wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen Sefedî roja înê diyar kir ku dê Sûriye di demeke nêz de li Komkara Erebî vegere. Lê belê li pêşiya çareserkirina krîz û şerê li welat dewam dike, hê jî gelek astengî hene.

Berdevkê Komkara Erebî roja pêncşemê daxuyand ku wezîrên welatên Ereban dê yekşemê ji bo nîqaşkirina rewşa Sûriyeyê li Qahîreyê bicivin.

Di heman demê de ji bo normalîzekirina bi Esed re hewldanên li herêmê dewam dikin. Ruxmî ku hin dewlet û Qeter hê jî li dijî vegerandina têkiliyan giştî ne, lê di demên dawîn de hin dewletên Ereban bi rêya civîn û serdanan têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re vegerandin.”

‘ÇÛYÎNA ERDOGAN DÊ BANDORÊ LI TÊKILIYÊN ENQERE-MOSKOVÊ NEKE’

Rojnameya El Ereb El Londoniye bi sernavê "Çûyîna Erdogan dê bandorê li têkiliyên xurt ên Enqere-Moskovê neke" analîzek belav kir û îdia kir ku "Têkiliya di navbera serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de nikare wekî hevbendiyeke sabit bê femkirin. Wekî ku Erdogan ji bo berjewendiyên welatê xwe bi dewletên ku hewl didin Pûtîn dorpêç bikin re peywendî danîn, eger Erdogan di hilbijartinên pêş de bi bin bikeve dê Pûtîn jî zêde li ber vê yekê nekeve. Tiştê girîng ji bo Moskovê berdewamkirina lihevkirinên bi Enqereyê re ye, çi bi Erdogan re yan jî bi yên pey wî re.

Aloziya jiyanî ya ji ber enflasyonê rû daye, alîgirên Erdogan di çend salên dawîn de kêm kirin. Li gorî encamên anketan, piştî Kiliçdaroglu, Erdogan di rêza duyemîn de tê."

‘EREBISTANA SIÛDÎ: ÎNSIYATÎFA KOMKIRINA ALIYÊN NAKOK ÊN SÛDANÊ’

Der barê şerê li Sûdanê de rojnameya Îtîhad a Îmaratê wiha nivîsî: "Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî bi daxuyaniyekê ragihand ku wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bîn Ferhan û hempîşeyê wî yê amerîkî Anthony Blinken di pêwendiyeke telefonê de însiyatîfa hevbeş ji bo civandina her du aliyên krîza Sûdanê li bajarê Cedayê nîqaş kir.

Duh, di daxuyaniyê de hate gotin ku însiyatîfa hevpar armanc dike ku asta rageşiyê li Sûdanê kêm bike.”

(ekîb)