Li Dêrsim, Cizîr, Hatay û Stenbolê gelek kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk li Dêrsim, Hatay, Cizîr û Stenbolê rojnamevan jî di nav de, gelek kes hatin destgîrkirin.

Li Dêrsim, Cizîr, Hatay û Stenbolê gelek kes hatin destgîrkirin
6 gulan, 2023   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê polîsên dewleta Tirk a dagirker li Dêrsim, Stenbol û Hatayê bi ser gelek malan de girt. Polîsan her wiha bi ser bûroya rojnameya Yenî Demokrasiyê ya Dêrsimê de jî girt. Di serdegirtinê de arşîvên rojnameyê yên li buroyê û pirtûk hatin desteserkirin. Di encama serdegirtinên malan ên li Dêrsimê de nûçegihanê Yenî Demokrasiyê Ertan Çita û Hidir Guler hatin destgîrkirin.

Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Demokrasiyê, li 3 bajaran li dijî xwînerên Partîzanê operasyon hatiye kirin û di serdegirtinan de herî kêm 9 kes hatine destgîrkirin.

Hat ragihandin ku der heqê gelek kesan de biryara destgîrkirinê hatiye dayîn. Hat ragihandin ku kesên li Dêrsimê hatine destgîrkirin jî dê bibin Stenbolê.

Navê hin kesên hatine destgîrkirin, wiha ye: Ertan Çita, Alî Asker Akkoç, Nîhat Konak, Aysel Kaya û Nesîmî Ataş û gelek.

Duh êvarî li Cizîra Şirnexê jî leşker û polîsan girtin ser gelek mal û gundan. Li gundê Katranê Şahîn Cingu, Behmen Selçûk, Serxwebûn Taniş û gelek kes hatin destgîrkirin.