ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-05-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-05-2023
5 gulan, 2023   23:00

- Rojane hêrsa gel a li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan zêdetir dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sîhanok Dîbo, anî ziman ku domandina desthiladariya AKP/MHP’ê wê xeteriyên mezin bi xwe re bîne, lewma çiqas destekdayîn ji Partiya Çepên Kes re çê bibe, wê ewqas derfeta diyalog û çareseriyê çêbibe. Dîbo bang li Suriyeyiyên li Bakûr û Tirkiyeyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hemdan El Ebid got ji bo aktîfkirina beyannameya Rêveberiya Xweser bi aliyên aktîf ên têkildarî rewşa Sûriyeyê re di nava têkiliyan de ne. Her wiha diyar kir ku ev beyanname bingeha çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hişyarî li ser rawestandina xebatên sererastkirina binesaziyên li her du taxan da û got ew yek gefan li aştiya giştî dixwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Sûriye û Lubnanê 6'ê Gulanê wekî Cejna Şehîdan tê pêşwazîkirin. Di sala 1916'an de Osmaniyan ku di nav de Sûriye û Lubnan, gelek welatên Ereban dagir kiribûn zêdetirî 20 rewşenbîrên Ereb ên ku li hemberî sûcên wan radibûn darve kirin. Dewleta Tirk a dagirker sûcên pêşiyên xwe berdewam dike. (BI WÊNE).

- Cotkarên sebzeyan û kooperatîfên çandiniyê dest bi berhevkirina sebzeyên mewsimî û firotina wan li sûkan kir, di encamê de nirxên wan jî gelekî erzan bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Dîwana Wêjeyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elûş Elî çalakiyên Hefteya Wêjeyî ya li Kobanê nirxandin hêvî kir ku ev çalakî li hemû bajarên herêmê ji bo pêşxistina asta wêjeyê were lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li kolaneke herî kevn a Reqayê anku Kolana Quwetlî, hesinkarî hîna bi saya zendên şêniyên wê, ruxmî pêşketinên amûrên hesînkariya pîşesaziyê jî zindî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Beyannameya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê ve bi dilxweşî hat pêşwazîkirin. Penaberan destnîşan kir ku beyanname îsbat dike Rêveberiya Xweser aliyekî nîştimanî ye û ji bo tevahî gelê Sûriyeyê dixebite.

-Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê û Zanîngeha Rojava pêşangeheke wêneyan ya xwendekarên beşê hunera şêwekariyê li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê vedikin, saet 18:00'an (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê ji azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyekê li Qada Newroz a bajarê Reqayê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA