​​​​​​​Ji ber êrişan kehrebe li Eyn Îsayê qut bû

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî gundê Fatsayê de, kehrebe ji ser bajarokê Hîşeyê qut bû.

​​​​​​​Ji ber êrişan kehrebe li Eyn Îsayê qut bû
5 gulan, 2023   19:56
EYN ÎSA

Duh dewleta Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li gundê Şirgirakê ê li kêleka M4, gundê Fatsa yê 8 kîlometreyan dikeve rojhilatê Eyn Îsayê topbaran kir. Di encamê de ziyan gihaştin kablên kehrebeyê yên bajarokê Hîşe û gundên wê û kehrebe qut bû.

Heta niha ekîbên awarte nikarin ziyanan sererast bikin ji ber ku ew ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên hedefgirtin.

(mh)

ANHA