Rol û berjewendiya Kîzan di şerê li Sûdanê de çi ye?

Sûdan êşa parçebûnê di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn û Artêşa Sûdanê de dikişîne. Serekên koma Îxwan an jî Kîzan ên li Sûdanê bêewlehî û nakokiyên di navbera aliyên tund ên li Sûdanê de derfet digirin da ku xwe li ser civaka sûdanê di aliyê siyasî de ferz bikin û şer vegerînin berjewendiya xwe. Gelo rol û berjewendiya wê di vî şerî de çi ye?

Rol û berjewendiya Kîzan di şerê li Sûdanê de çi ye?
5 gulan, 2023   07:15
NAVENDA NÛÇEYAN-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Bi derbasbûna şerê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ya hefteya sêyemîn, dûman li naverasta paytexta Sûdanê Xertûmê bilind bû. Her wiha bi hezaran biyanî ji Sûdanê tên derxistin. Li Xertûmê, ruxmî agirbesta hatiye ragihandin û kedên navneteweyî yên agirbestê derbeyên asîmanî û guleavêtin dewam dike.

Rêxistina Îxwan bi sekna li piştî şer û pêxistina fetîla wê ji bo berjewendiyên xwe hate tawanbarkirin. Îxwan ji destpêka krîzê ve helwesta xwe ya alîgirê koma Ebdulfetah El Burhan û artêşa Sûdanê li hember Hêzên Piştgiriya Lezgîn ragihand û hewl da wê yekê ji bo desteka îstîqrarî û saziyên neteweyî nîşan bide.

Biryara rêxistina Îxwan weke parçeyeke berê ji lihevkirina siyasî bi El Burhan re pêk hat û weke şertê vegera Îxwan ji bo pêkanîna kiryarên siyasî ye.

Navenda Trends a Lêkolîn û Şêwiran di lêkolîneke xwe de hişyarî da ku şerê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de cihekî guncaw ji terorê re ye.

Di lêkolînê de metirsiyên ji bo koçberiya komên tund û tundraw ku li hin paytextên Afrîkayê ye hene.

Lêkolînerê Kar û Barên Tevgerên Tundraw û Terora Navneteweyî Munîr Edîb di lêkolîneke xwe ya bi sernavê "bandorên şerê li Sûdanê li ser diyardeya terorê " de hişyarî li ser metirsiyên welatên êşên aboriyê yên tund dikişînin, da.

Edbîd ji ajansa me re wiha got: "Îxwan an jî Kîzan ku li Sûdanê tê binavkirin guleya yekemîn di vî şerî navbera her du hêzên leşkerî yên li Sûdanê de avêt û wan atmosfêra li Sûdanê gur kir."

Edîd wiha domand: "Îxwan ê yekane ji vê şerî sûdwar in û dixwaze ji nû ve kaxiz tevlihev bin û li dîmena siyasî vegere. Her wiha dixwaze rejîma berê; rejîma Omer El Beşîr û tevgera îslamî ji girtîgehan derkevin, bi taybet ew li ser sûcên pêk anîne tên darizandin. Mîna hikumeta El Sadiq El Mihdî."

Edîb wiha pê de çû: "Her tim di şeran de aliyek alîkariya aliyên din dixwaze ku hevrikê têk bibe. Hêzên Piştgriya Lezgîn têkildarî alîkariya îslamî û îxwanan bi desteka artêşa Sûdanê tawanbar dike. Artêş jî vê yekê red dike."

Edîb destnîşan kir ku dê Sûdan bibe qîbleya komên tund û tundraw ger şer dirêj kir, bi wê re dê bandorê li vî şerî bike û bandore li rêxistinên li dewletên Afrîkayê bike.

Li gorî nivîsgeha NY′yê ya kar û barên mirovî, di şerê li Sûdanê de bi sedan kuştî û bi hezaran birîndar heta niha hene. nêzî 75 hezar welatiyan jî koçberên dewletên cîran; Misir, Etiyopya, Çad û Başûrê Sûdanê bûne. Li kêlek wê jî dewletên biyanî welatiyên xwe ji Sûdanê derdixin.

(fr)