Konferansa Damezrîner a Yekitiya Werzîşê bi dawî bû

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa damezrîner a Yekitiya Werzîşê bi dawî kir. Di konferansê de rêzikname hat erêkirin û 24 endamên Meclisa Giştî ya Yekitiya Werzîşê hatin hilbijartin.

Konferansa Damezrîner a Yekitiya Werzîşê bi dawî bû
4 gulan, 2023   19:07
REQA

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konferansa damezirîner a Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist.

Konferans li Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê û bi beşdariya bi dehan werzîşvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yekitî û komîteyên werzîşê û nûnerên Rêveberiya Xweser û Meclisa Sivîl a Reqayê, hat lidarxistin.

Di serî de hevseroketiya Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser bixêrhatina beşdaran kir.

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cîgira hevseroka Meclisa Rêveber Emîne Osê lidarxistina vê konferansê li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.

Emîne Osê destnîşan kir ku ciwan roleke sereke di avakirina vê rêveberiyê de dilîzin, ji ber wê jî divê piştgirî ji wan re bê dayîn.

Her wiha, endama Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mîdya Yûsif got: "Ev konferans destkeftiyeke şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, em vê serkeftinê jî diyarî Rêber Abdullah Ocalan dikin."

Mîdya Yûsif wiha domand: "Şerekî taybet li dijî ciwanan tê meşandin ji ber ku ew cewhera civakê ne, ku dewletên kapîtalîst hewl didin siyasetên xwe yên qirêj bi rêya ciwanan li dijî herêmê bidin meşandin."

Piştre, perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê werzîşê de ji aliyê hevserokê Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya Tebqayê Mihemed El Yetîm ve hatin xwendin.

Piştî xwendina perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan sînevîzyoneke li ser xebatên yekitiyên werzîşê yên herêmê û projeyên Desteya Ciwanan û Werzîşê hat pêşandan.

Her wiha, reşpelika rêziknameya Yekitiya Werzîşê ji aliyê hevserokê Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya Reqayê Mazlûm Hemo ve hat xwendin, ku tê de plansazî ji bo yekitiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat diyarkirin. Rêzikname ji aliyê beşdaran ve hat nîqaşkirin û erêkirin.

Di dawiya konferansê de werzîşvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 24 endamên Meclisa Giştî ya Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartin, ku tê payîn di çend rojên bê de hevseroketiya vê meclisê jî di civîna giştî ya meclisê de bê hilbijartin.

(mh/şx)

ANHA