Malbatên şehîdan têkildarî dorpêçê daxuyaniyek da

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê diyar kir ku armanca ji dorpêça hikumeta Şamê ya li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şikandina berxwedanê ye.

Malbatên şehîdan têkildarî dorpêçê daxuyaniyek da
4 gulan, 2023   10:44
HELEB

Meclsia Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê têkildarî bandorên dorpêça hikumeta Şamê daxuyaniyek da.

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Sozdar Reşo li pêş avahiya meclisê ya li taxê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin Firqeya 4′an a hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û kantona Şehbayê ferz kiriye. Ji ber dorpêçê bandorên mezin di saktorên xizmetguzarî û tenduristiyê de çêbûn.

Meclisê di daxuyaniya xwe de behsa bandorên dorpêçê kir û got ji ber ku sotemenî tune ye û jenaratorên saetên pêxistinê kêm kirine, saetên dayîna kehrebeyê li her du taxan hatin kêmkirin.

Têkildarî armancên hikumeta Şamê hate destnîşankirin ku dixwazin berxwedanê bişikînin.

Her wiha meclisê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ji bo ku QSD tawîzan di çarçoveya hewldanên Rûsyayê yên nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de bide û ji  bo razîkirina dewleta Tirk ku gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe, Rûsya vê zexta siyasî dike.

Malbatên şehîdan di daxuyaniyê de siyasetên dorpêçê yên hikumeta Şamê şermezar kirin û got ew ê li hember dorpêçê bisekinin.

(fr)

ANHA