Rûsyayê DYA bi êrişa li dijî Kremlînê tawanbar kir

Rûsyayê, DYA tawanbar kir ku destê wê di êrişa Ukraynayê ya li ser Kremlînê de heye.

Rûsyayê DYA bi êrişa li dijî Kremlînê tawanbar kir
4 gulan, 2023   11:21
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tawanbar kir ku ew li pişt êrişa Ukraynayê ya li dijî Kremlîmê heye û wê balafirên keşfê yên biçek dane Ukraynayê.

Peskov got: “Hewldanên xwe bêguneh derxistinê yên Kîev û Washingtonê cihê henekan in. Em baş dizanin ku biryara karên bi vî rengî û van êrişên terorê ne li Kîevê, li Washintgonê tên dayîn. Kîev fermanan pêk tîne, fermana êrişê jî bi heman rengî bû.”

Kremlînê ragihandibû ku şeva 3`yê Gulanê, Ukraynayê hewl daye cihê mayîna serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ê li Kremlînê bi dronên biçek bombebaran bike û got ku êriş hatiye têkbirin.

(c)