​​​​​​​Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li rayedaran da.

​​​​​​​Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
4 gulan, 2023   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî serlêdana hevdîtinê kirin.

Parêzeran ji bo dîtina muwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriay Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran her wiha ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veyskî Aktaş serlêdaneke bi heman rengî kirin.