El Esed û Raisî gelek mizakere û protokolên hevkariyê îmze kirin

Hate ragihandin ku Beşar El Esed û Raisî îro mizakereyeke hevkariya giştî ya stratejîk û demdirêj îmze kir.

El Esed û Raisî gelek mizakere û protokolên hevkariyê îmze kirin
3 gulan, 2023   16:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Sûriyeyê SANA`yê ragihand ku serokê Sûriye Beşar El Esed û serokê Îranê Îbrahîm Raisî mizakereyeke hevkariyê ya giştî, stratejîk û demdirêj îmze kir.

Ajansê diyar kir ku her du aliyan têkiliyên dualî di gelek qadan de, rêbazên pêşxistina wan, geşedanên li Rojhilata Navîn, bandorên guhertinên cîhanî li ser herêmê çi ne, yekkirina hewldanên bikaranîna van guhertinan li gorî berjewendiyên her du welatan, nîqaş kirine.

SANA`yê bi bîr xist ku her du aliyan, protokoleke hevkariyê di qada rêyên hesin, balafirvaniyê, herêmên azad ên di navbera Sûriye û Îranê de, îmze kiriye.

Her wiha ajansê eşkere kir ku her du serokan, protokolek di qada çandiniyê û petrolê de îmze kiriye.

Li gorî vexwendnameyeke fermî ji aliyê serokê sûriyeyî Beşdar El Esed ve, serokê Îranê Îbrahîm Raisî gihaşt Sûriyeyê. Piştî 13 salan ev cara yekemîn e ku serokekî îranî, serdana Sûriyeyê dike.

(şx)