`Rêya şehîdan, rêyeke pîroz e`

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên du şervanên QSD`ê; Ehmed El Mitleq û Sabir Ehmed li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê veşartin.

`Rêya şehîdan, rêyeke pîroz e`
`Rêya şehîdan, rêyeke pîroz e`
`Rêya şehîdan, rêyeke pîroz e`
`Rêya şehîdan, rêyeke pîroz e`
`Rêya şehîdan, rêyeke pîroz e`
`Rêya şehîdan, rêyeke pîroz e`
`Rêya şehîdan, rêyeke pîroz e`
`Rêya şehîdan, rêyeke pîroz e`
`Rêya şehîdan, rêyeke pîroz e`
`Rêya şehîdan, rêyeke pîroz e`
3 gulan, 2023   16:06
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Hesekê û gundewarê wê tev li merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Sabir Ehmed (Rênas) û şervanê Hêzên Komandor Ehmed El Mitleq (Dilşad Badînî) bûn ku 1`ê Gulanê li Hesekê dema erka xwe ya leşkerî pêk dianîn şehîd bûbûn.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Mehmûd Cewad axivî û got: “Şehîdên me soz dan ku rêya têkoşînê heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî berdewam bikin. Em jî şopdarên wan in.”

Cewad wiha domand: “Destpêkê em sersaxî didin xwe, malbatên şehîdan û hêzên leşkerî.”

Ji fermandarên Hêzên Komandosê ya Herêma cizîrê Zerdeşt Hesekê axivî û got: “Her çiqas em behsa şehîdan bikin, em nikarin mezinahiya wan biwesfînin. Rêya şehîdan pîroz e.”

Zerdeşt Hesekê soza şopandina rêya şehîdan da ta ku hêvî û armancên wan pêk werin.

Dûre wesîqeyên şehadeta her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyên her du şehîdan li goristanê veşartin.

(şx)

ANHA