Meclisa Giştî xebatên erêkirina qanûna cezayan didomîne

Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo temamkirina xebatên erêkirina qanûna cezayan civîna xwe ya bi hear 47 li dar xist.

Meclisa Giştî xebatên erêkirina qanûna cezayan didomîne
3 gulan, 2023   15:07
REQA

Endamên meclisê, Desteya Edaleta Civakî û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser di civînê de beşdar bûn.

Destpêkê, hevserokat Yekitiya Parêzeran ya Herêma Firatê Viyan Eyûb wek endama Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate hilbijartin.

Endamê meclisê Yasir Silêman civîn bi rêve bir. Di civînê de qanûna sextekirina mohr û sembolên Rêveberiya Xweser, qanûna cezayên kuştina bizanabûn, xwekiştin, bazirganiya mirovan û organan, dizî, şantanjkirinê, şeref, sextekarî, telefkirina zeviyan û mal û milkên giştî, sûcên elektronîk, olî, destavêtin, fihûş û malbatî hatin nîqaşkirin.

/ar/uploads/files/2023/05/03/143123_00000000000000000000000000000.webp

Di dawiya civînê de 242 madeyên qanûna cezayan hatin erêkirin.

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku Meclisa Giştî di 6'ê Nîsanê de civînek li dar xistinû û di wê civînê de 100 madeyên qanûna cezayan erêkiribûn. Bi wê re hejmara madeyên ku heta niha erê kirine gihaşt 342 made.

(şx)