Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Ferhad Mustefa oxir kir

Şêniyên Kobanê cenazeyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Herêma Firatê Ferhad Mustefa oxir kir û soz da ku rêya şehîdan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan heta têkbirina komployên li dijî herêmê bidomînin.

Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Ferhad Mustefa oxir kir
3 gulan, 2023   14:36
KOBANÊ

Di merasîmê de şêniyên kantona Kobanê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser û nûnerên partiyên siyasî yên Herêma Firatê beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2023/05/03/132859_ahaly-kwbany-yshyawn-jthman-alshhyd-frhad-mstfa-28429.webp

Di serî de endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Xunav Xelîl destnîşan kir ku herêm di qonaxeke dîrokî û hestyar re derbas dibe ku divê di vê rewşê de gel bi tevahî ji hev re bibe alîkar.

Xunav wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker di her kêliyê de li dijî me êrişan pêk tîne da ku îradeya me têk bibe, ji ber ku armanca wê ew e ku şoreşa Rojava ya ku êdî bûye şopa azadiyê ji bo seranserî cîhanê têk bibe, lê belê em jê re dibêjin ku heta ku gelê me li ber xwe dide ew ê armancên xwe pêk neyne."

/ar/uploads/files/2023/05/03/132909_ahaly-kwbany-yshyawn-jthman-alshhyd-frhad-mstfa-28529.webp

Piştre, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Herêma Firatê Hîlal Xalib wiha axivî: "Şehîd Ferhad rêya têkoşînê hilbijart û tev li tevgerê bû. Ev jî nîşan dide ku ciwan bi awayekî xurt bi xaka xwe ve girêdayî ne, ji ber wê jî em soz didin ku rêya şehîdan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bişopînin û komployên li dijî herêmê têk bibin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêmê ve hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin, piştre cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayikan de û siloganên "Şehîd Namirin" har veşartin.

(mh/şx)

ANHA