Erdogan berpirsê Hizbullahê ji girtîgehê derxist

Bi biryara Erdogan “berpirsyarê baskê leşkerî” yê Hizbullahê Mehmet Emîn Alpsoy ku cezayê muebbetê lê hatibû birîn, hate efûkirin.

Erdogan berpirsê Hizbullahê ji girtîgehê derxist
3 gulan, 2023   07:55
 NAVENDA NÛÇEYAN

Bi biryara serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, cezayê Mehmet Emîn Alpsoy ku di çarçoveya “Doza Hizbullahê” de cezayê muebbeta girankirî lê hatibû birîn, hate rakirin.

Mehmet Emîn Alpsoy piştî ku li Enqereyê 3 kes bi îşkenceyê kuştibûn û cenazeyên wan li jêrzemîna mala xwe veşartibûn, wek “berpirsyarê baskê leşkerî” yê Hizbullaha Tirkiyeyê cezayê muebbetê yê girankirî lê hatibû birîn.

Bi biryarê her wiha cezayê korgeneralê berê Çetîn Saner ê di çarçoveya ‘Doza 28’ê Sibatê’ de cezayê muebbeta girankirî lê hatibû birîn û cezayên Nîhat Îlîman ê ji ber sûcê kuştina bizanebûn dihat ragirtin û Sedat Çelîk ê ji ber bazirganiya narkotîkê di girtîgehê de tê ragirtin, ji ber seqetbûna wan hatin rakirin.