Nûnerê Rêveberiya Xweser bi Partiya Karkeran a Norwêcê re civiya

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer bi rayedarên Partiya Karkeran a Norwêcê re civiya.

Nûnerê Rêveberiya Xweser bi Partiya Karkeran a Norwêcê re civiya
3 gulan, 2023   09:01
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya pêşxistina têkiliyên dîplomatîk û siyasî de, nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Omer roja sêşemê (2`yê Nîsanê) li avahiya parlamentoya Norwêcê ya li paytexta Norwêc Osloyê, bi şandeyeke Partiya Karkeran a Norwêcê re civiya.

Şandeya partiyê ji cîgirê yekemîn ê serokên komîteyên têkiliyên derve û parastinê yên parlamentoya Norwêcê Asmund Aukrust û parlamenter Mani Hussaini pêk hat.

Di hevdîtinê de nêrînên der barê aloziya Sûriyeyê de hatin parvekirin. Ebdulkerîm Omer der barê wê yekê de got : “Sedema vê, serhişkiya hikumeta Şamê û redkirina dan û standinên ji bo çareseriyên aştiyane ye. Her wiha israra wê ya çareseriya leşkerî ye. Îtîlafa Sûriyeyê jî sedemeke din e ku girêdayî derve ye û dûrî berjewendiyên sûriyeyiyan bi fermana wan tev digere.”

Her du aliyan hewldanên Rûsyayê yên ji bo lihevanîna rejîmên Şam-Enqereyê jî nîqaş kirin. Hat destnîşankirin ku eger ev lihevhatin pêk were dê dijberî gelê Sûrieyeyê be û dê gaveke din di rêgeha şerê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tunekirina tecrubeya Rêveberiya Xwseser de be.

Beyannameya Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê jî rojeveke hevîditinê bû û behsa astengiyên siyasî, aborî, ewlehî yên li pêşiya Rêveberiya Xweser hat kirin, xexasim mijara çeteyên DAIŞ`ê yên li cem Rêveberiya Xweser tên ragirtin û erka civaka navneteweyî têkildarî wê dosyayê.

Her du alî der barê piraniya rojevên hevdîtinê hemfikir bûn, bi taybet der barê girîngiya çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêbazên siyasî yên aştiyane yên li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an û beşdarkirina tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê di diyarkirina siberoja Sûriyeyê de.

(c)