Remzî Şêxmûs: Dorpêç encama berjewendiyan e

Remzî Şêxmûs diyar kir ku piştî civîna wezîrên parastinê ya li Moskovê, hikumeta Şamê dorpêça li ser Şehbayê girantir kir û bang li hikumeta Şamê kir ku dev ji siyasetên qirkirinê berde û zîhniyeta xwe ji bo çareserkirina krîzê biguherîne.

Remzî Şêxmûs: Dorpêç encama berjewendiyan e
2 gulan, 2023   23:45
ŞEHBA-XEYS ŞEMSEDÎN

Hikumeta Şamê ji 9 mehan ve dorpêçeke giran li dijî kantona Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê giran kiriye û nahêle madeyên bingehîn û sotemenî û derman bikevinê.

Li ser dorpêçê, ajansa me bi endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demuqratî ya Kurdî li Sûriyê Remzî Şêxmûs re hevdpeyvîn çêkir. Şêxmûs dorpêç şermezar kir û got: "Ev dorpêç dikeve xizmeta berjewendiyên rejîma Tirk û ya Sûriyeyê."

Şêxmûs destnîşan kir ku ji 27′ê Nîsanê ve anku piştî 2 rojan ji dan û standinên li Moskovê yên wezîrên parastinê yên Sûriye, Tirkiye, Îran û Rûsyayê, ev dorpêç hate girankirin. Di encamê kehrebe li Şehbayê bi giştî hate qutkirin û gefan li jiyana bi hezaran şêniyan dixwe, her wıha bandorên wê li ser gelek saktoran heye; saktora tenduristiyê.

Şêxmûs li ser navbeynkariya Rûsyayê ji bo nêzîkbûna hikumeta amê û dewleta Tirk a dagirker bi gaveke gel dike qurbanê berjewendiyên navneteweyî wesif kir û wiha domand: "Bi nêzbûna hilbijartinên Tirkiyeyê re Erdogan hewl dide bi hemû rê û rêbazan Kurdan qir bike; ji wan jî lihevkirina bi hikumeta Şamê re di ferzkirina dorpêçê li ser herêmên Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de."

Şêxmûs anî ziman ku hikumeta Şamê hewl dide têkiliyên xwe bi dewletên cîhanê re, di nav de jî bi dewletên Ereb re deyne. Lê pêdiviya vê gave bi guhartina zihniyet û siyasetên çewt heye. Lê ew di siyasetên xwe yên dûrxistinê de dewam dike.

Remzî Şêxmûs di dawiya axaftina xwe de got: "Ji ber ku hikumeta Şamê siyasetên qirkirin û fezkirina desthilatiya xwe û dorpêçê pêk tîne tu guhartin di krîza Sûriyeyê de çênabin. Em bang li hemû aliyan dikin ku berjwendiya gelê Sûriyeyê di ser hemû berjewendiyan re bigirin û bigihînin çareseriyeke dawî."

(fr)

ANHA