Kadar Pîrê: Beyannameya Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna guhertinên bingehîn e

Kadar Pîrê diyar kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna guhertina bingehîn di sazûmaniya dewletê de ye ku veguheriye pergaleke dîktatorî.

Kadar Pîrê: Beyannameya Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna guhertinên bingehîn e
2 gulan, 2023   01:21
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED SEMÎR

Tevî rexneyên DYAʹyê, Erebistana Siûdî ji bo vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî di nava hewldanan de ye. 12ʹê Nîsana borî wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdar serdana Erebistana Siûdî kir û bi hevpîşeyê xwe Feysel Bin Ferhan re civiya.

Bi destpêka aloziya Sûriyeyê re Komkara Erebî endamtiya Sûriyeyê rawestand û cezayên aborî lê birîn. Her wiha têkiliyên dîplomatîk, bazirganî û seferên hewayî yên çûn û hatina Sûriyeyê rawestandin.

‘ÎNSIYATÎFA EREBISTANA SIÛDÎ HEWLDANA RÊGIRTINA LI BER TIRKIYEYÊ YEʹ

Serokê Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê anî ziman ku DYA ne li dijî Sûriyeyê ye, lê biryara NY’yê ya 2254’an a der barê Sûriyeyê de di ber çavan re derbas dike.

Têkildarî hewldanên Erebistana Siûdî yên ji bo vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî, Kadar Pîrê got: "Her dewletek li berjewendiyên xwe digire. Erebistana Siûdî jî li vê yekê digire bê ka çawa aloziya Sûriyeyê were çareserkirin, nemaze piştî ku nîşaneyên plana Tirkiye-Rûsyayê ya bi erêkirin û razbûna Îranê diyar bûn. Rejîma Şamê niha pişta xwe bi hebûna Rûsya û Îranê ya li Sûriyeyê xurt kiriye."

Pîrê destnîşan kir ku ev însiyatîfa Erebistana Siûdî hewldanek e da ku rê li ber çareseriya dewleta Tirk bigire ku ji hemû çareseriyên pêşniyarkirî xeternaktir e.

Pîrê diyar kir ku dewleta Tirk li berjewendî û stratejiyên xwe yên siberojê yên bi navê “ewlehiya neteweyî ya Tirk” digire û armanca wê têkbirina gelê Kurd û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Her wiha got: “Dewleta Tirk ji projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ditirse û dixwaze bi temamî tune bike, nemaze piştî ku siyasetên wê yên berê yên dagirkirina beşên din ên Sûriyeyê û wêrankirina gelemperiya Sûriyeyê têk çûn."

ʹÇARESERIYA RÛSYAYÊ NE LI GORÎ BERJEWENDIYÊN GELÊ SÛRIYEYÊ YEʹ

Kadar Pîrê bal kişand ser hewldanên Rûsyayê yên lihevanîna Şam û Enqereyê jî û got çareseriya Rûsyayê ne li gorî berjewendiyên gelê Sûriyeyê ye, lê li gorî berjewendiyên pergalên hakim ên Sûriye, Tirkiye û Îranê ye.

ʹRÛSYA DIXWAZA TIRKIYEYÊ BÎNE ALIYÊ XWEʹ

Pîrê anî ziman ku Rûsya û Tirkiye dixwazin Kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bikin, ne xema wan e ku rejîma Şamê bimîne yan ne.

Pîrê bi domdarî got: "Rûsya dixwaze Tirkiyeyê razî bike da ku wê di hevbendiyên navneteweyî yên nû de bikişîne aliyê xwe, nemaze ku Rûsya di şerê xwe yê li Ukraynayê de asteng bûye û korîdorên deryayî ji Tirkiyeyê dixwaze. Ev karekî pevguhertî yê di navbera her du aliyan de ye, lê li ser hesabê gelê Sûriyeyê û tevahî gelên herêmê tê kirin.”

ʹBEYANNAMEYA RÊVEBERIYA XWESER JI BO DEWLETÊN EREBAN Û GARANTORAN PEYAMEK Eʹ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18ʹê Nîsanê de beyannameyek ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêbazên aştiyane û demokratîk ragihandibû.

Kadar Pîrê beyannameya Rêveberiya Xweser wiha nirxand: "Beyannameya Rêveberiya Xweser çareseriyeke sûriyeyî ya xwecih e, biryarên navneteweyî li ber çavan digire ku bi erêkirina hêzên navneteweyî, Ewropa û Amerîkayê be. Beyanname çareseriyeke ji bo beşdarbûna tevahî sûriyeyiyan e, bêyî ku aliyekî di ser aliyekî din re were dîtin. Beyanname zelal e, guhertineke rasteqîn di sazûmaniya dewletê de ku veguheriye pergaleke monarşîk û dîktator, pêk tîne. Ragihandina vê beyannameyê bi taybet di vê demê de ji bo dewletên Ereban û garantoran peyamek e. Navaroka vê peyamê ev e; hêzên sûriyeyî yên rasteqîn hene, nabe werin paşguhkirin û bi dûrxistina Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser çareserî ne pêkan e. Çareserî divê bi beşdarbûna Rêveberiya Xweser be, ne bi pêşkêşkirina çareserî an diyalogên rasterast bi rejîmê tenê re. Beyanname dibêje, her çareseriyeke li Sûriyeyê divê guhertinên rasteqîn li gorî berjewendiyên gelê Sûriyeyê pêk bîne. Lê heke rejîm navendî û dîktator bimîne tu guhertin çênabin. Rejîmê hêza xwe ji vê xalê digirt. Lewre divê çareseriyeke rasteqîn hebe.

Beyanname vê nameyê dide cîhanê; divê her kes bizane ku hêzên sûriyeyî hene û çareserî di destê wan de ye. Ev hêz bi Sûriye û siberoja wê difikirin. Her wiha vê peyamê dide ku divê her kes bizane ku ev hêz biryara xwe ji tu alî nagire û ne jî girêdayî tu aliyekî ye, lê ev hêz ji bo dîtina çareseriyeke rasteqîn li Sûriyeyê bi hemû aliyan re dan û standinê dike."

Serokê Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê têkildarî însiyatîfên berê jî got: "Berê jî gelek însiyatîf hatin ragihandin. Heke em behsa belaya Cinêvê yan jî Astanayê yan jî belaya Soçiyê bikin, ev hemû ji bo pergalên li herêmê çareserî bûn. Lê beyannameya Rêveberiya Xweser çareseriya gelê Sûriyeyê ye da ku êş û azaran bi dawî bikin. Em dikarin wiha vê beyannameyê bi nav bikin; însiyatîfa gelê Sûriyeyê ya ji bo dîtina çareseriyekê ji tevahî sûriyeyiyan re."

(bb)

ANHA