​​​​​​​Li Tebqayê karker û kedkar hatin xelatkirin

Rêxistinên civaka sivîl bi hevkariya Komîteya Şaredariyan a Tebqayê bi dirûşma “Bi zendên xwe welatê xwe ava bikin” ji bo pîrozkirina 1`ê Gulanê li Stada Yekitiya Werzîşê şahiyek li dar xist.

​​​​​​​Li Tebqayê karker û kedkar hatin xelatkirin
​​​​​​​Li Tebqayê karker û kedkar hatin xelatkirin
​​​​​​​Li Tebqayê karker û kedkar hatin xelatkirin
​​​​​​​Li Tebqayê karker û kedkar hatin xelatkirin
​​​​​​​Li Tebqayê karker û kedkar hatin xelatkirin
​​​​​​​Li Tebqayê karker û kedkar hatin xelatkirin
1 gulan, 2023   19:11
TEBQA

Bi sedan nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, nivîsgehên jinan, meclisên leşkerî, sivîl û rûspiyên Tebqayê li pêşiya Şaredariya Gel kom bûn û dest bi meşekê kir.

Beşdaran bi wesayîtan, ambûlansan, dîraktor, sahrîcên avê, wesayîtên paqijiyê ji pêşiya şaredariyê ta Stada Yekitiya Werzîşê bi rê ketin.

Li stadê endamê Navenda Çandê ya bajêr Amir El Inad axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

/ar/uploads/files/2023/05/01/165816_mzlwm-amr.webp

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, hevseroka Meclisa Rêveber Mazlûm Omer axivî û 1’ê Gulanê li hemû kesên kedkar û karkeran pîroz kir.

Omer got: “Projeya netewa demokratîk li ser bingeha destekdayîna karkeran ava bûye, serkeftina vê projeyê erka hemû kedkarên me ye, çi yên endezyar û pîşesaz çi jî yên cotkar.”

Piştre, yekitî û odeyên karkeran ên Tebqayê û karkerên ku bi karê xwe yên rojane dikin, ji aliyê Partiya Sûriyeya Pêşerojê ve hatin xelatkirin.

Di şahiyê de hunermend Serdar Mihemed, Raman El Mihemed û Memdûh El Elî berhemên xwe pêşandan û beşdaran xelekê govendê li ber stranên wan gerandin.

(mh/şx)

ANHA