Fermandariya Qada Botanê: Çetîn Gungor di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da

Fermandariya Qada Botanê daxuyand ku Çetîn Gungor ku di 2019'an de ji ber gumanê hatibû destgîrkirin, krîza dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye.

Fermandariya Qada Botanê: Çetîn Gungor di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da
1 gulan, 2023   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Qada Botanê têkildarî mijarê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha da zanîn:

“Di 9’ê Cotmeha 2019’an de Çetîn Gungor ê ku li herêma Cûdî ya Botanê di kana komirê de dixebitî, ji bo ku bi wî re were axaftin, hêzên me ew destgîr kiribû. Welatiyê me Çetîn Gungor ê ji navçeya Dêrgulê ya Şirnexê ye, dema li cem hêzên me bû ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Di serî de em ji malbata Gungor û hemû xizmên wî re sersaxiyê dixwazin û ji ber vê bûyera ne xweş em xemgîn in. Ev bûyera nexweş ji ber şert û mercên şer ên dijwar, piştî lêkolîneke xurt hatiye zelalkirin.”