Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pîrozbahiyên 1`ê Gulanê

Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê (1`ê Gulanê) li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi beşdariya sed hezaran kesî hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de girtina rojnamevan, siyasetmedar û hiqûqnasan hat şermezarkirin û peyama “Emê 14’ê Gulanê dawî li rejîma yek kesî bînin” hat dayîn. Her wiha peyama “Li hindûr û derve de tecrîtê bişkîne” hat dayîn.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pîrozbahiyên 1`ê Gulanê
1 gulan, 2023   11:47
 NAVENDA NÛÇEYAN

 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê li bajarên Wan, Dêrsim, Êlih, Amed ên Bakûrê Kurdistanê û bajarên Stenbolê, Edene, Îzmîr û gelek deverên din ên Tirkiyeyê bi meş û mitîngan hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiyên ku bi sed hezaran kes beşdar bûn de dirûşmeyên “Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” “Çapemeniya Azad bêdeng nayê bêdengkirin”, “Bijî 1`ê Gulanê”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Dê roj were, dewran vegere, AKP hesabê bide gel” û “Jin jiyan azadî”  hatin berzkirin û pankartên mîna “Ji bo heman kar heman heqdest”, “Li dijî şer û kedxwariyê bijî 1 Gulan”, “Di bin kavilan de pergala kapîtalîst heye, di pêşerojê de em hene”, “Aştî, edalet, azadî bijî sosyalîzm” û bi 4 zimanan jî pankartên “Bijî 1`ê Gulan” hatin bilindkirin.

Di meş û mîtîngan de Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) hatin organîzekirin û rêveberên sendîkayên hiqûqê, odeyên bijîşkan, Yekîtiya Odeyên Endezyaran, Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirkiyeyê (TMMOB), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk jî beşdar bûn.

‘ÇAPEMENIYA AZAD NAYÊ BÊDENGKIRIN’

Di axaftinên hatin kirin de binçavkirin û girtina rojnamevan, siyasetmedar û hiqûqnasan hat şermezarkirin û piştgiriya ji bo Ragihandina Azad hat nîşandan. Têkildarî mijarê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) pankartên, “Hûn dê nekarin bêdeng bikin” vekirin. Her wiha dirûşmeya “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin”hat berzkirin.

Axaftvanan pêkanînên desthilatdariya AKP/MHP’ê bi tundî şermezar kirin û bal kişandin ser têkoşîna karker, kedkaran, têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê. Axaftvanan diyar kir ku divê têkoşîna yekpareyî bê bilindkirin û peyama “Em ê 14’ê Gulanê dawî li rejîma yek kesî bînin” dan. 

‘ÊRIŞÎ ÇALAKVANAN KIRIN’

Li Stenbolê hêzên dewletê êrîşî çalakvanên ku dixwestin li Qada Taksîmê 1’ê Gulanê pîroz bikin, kirin. Polîsên dewleta Tirk qad qedexe kir, lê tevgerên şoreşger, kaker û ciwanan ji bo têkevin qadê têkoşiyan. Polîsan jî êrişî komê kir û herî kêm 38 kes girtin. Di nava kesên hatine girtin de rojnameger Zeynep Kuray ku hat derpkirin jî heye.  Rojnamevanên ku xwestin êrîşan bişopînin jî ji qadê hatin dûrxistin.

ANHA