​​​​​​​Li Sûdanê ruxmî agirbestê jî şer didome

NY′yê têkildarî rewşa mirovî ya li Sûdanê û dewamkirina şer ruxmî agirbestê jî, fikarên xwe anîn ziman.

​​​​​​​Li Sûdanê ruxmî agirbestê jî şer didome
1 gulan, 2023   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa AFP′ê, şahidên ji Xertûmê diyar kirin ku şêniyên bajêr ku hejmara wan zêdetirî 5 milyonan e, vê sibehê bi dengê balafirên şer, teqîn û gulebaranan hişyar bûn.

Ev yek çend saetan piştî qebûlkirina dirêjkirina dema agirbestê ji aliyê fermandarê artêşê Ebdulfettah El Burhan û fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqlo ve, pêk hat.

Pisporan diyar kir ku armanc ji agirbestê ew e ku derxistina welatiyên biyanî were misogerkirin û hin hewldanên dîplomatîk ên aliyên derve dewam bikin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî têkildarî rewşa welat hişyarî da ku rewş veguhere karesateke mirovî.

Berdevkê sekreterê giştî yê NY′yê Stephen Dujarric daxuyand ku bûyerên li Sûdanê bi lez pêk tên û fikarên xwe anîn ziman.

Dujarric destnîşan kir ku sekreterê giştî yê NY′yê Antonio Guterres biryar da ku yekser serokê Ajansa Mirovî ya NY`yê Martin Griffiths bişîne Sûdanê.

Griffiths jî diyar kir ku ew berê xwe dide herêmê, da ku alîkariya lezgîn nîqaş bike û anî ziman ku rewşa mirovî li welat ber bi “qonaxa bêveger” ve diçe.

Der barê bîlançoya qurbaniyê şer de hejmarên cuda hatin parvekirin. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê, herî kêm 528 kes hatine kuştin û 4 hezar û 599 kes birîndar bûne.

(fr/c)